Diyarname
Prof. Dr. Cemal Nebez îro li Berlîna Almanyayê li nexweşqxaneya ku dihat dermankirin wefat kir.
Prof. Dr. Cemal Nebez di sala 1933'yan de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûbû. Wî li ser teolojiya îslamî, felsefe, psîkolojî, fizîk û bîrkarî xwendina xwe temam kiribû. Di navbera salên 1955 û 1961'ê li lîseyê dersên matematîk û fîzîkê dide. Dema diçe Ewropayê li wê derê jî li gelek zanîngehan dersan dide.
Wî di nav avakerên Komeleya Azadî, Vejîn, Wemheviya Kurd Kajîk de cih girtibû. Her wiha li Ewropayê ligel hevalên xwe yên partîzan Brûsk Îbrahîm û Letîf Elî, Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewropayê ava kir. Di sala 1985'an de ligel penaberên din ên kurd Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê ava kir.
Nebez ku li Almanyayê di dadgehan de wergêrî jî kir ji bilî kurdî bi zimanên erebî, farisî û almanî jî dizanî.
Heta niha bi dehan pirtûkên wî derketine. Hin pirtûkên wî li Tirkiyeyê hatin çapkirin. Ji pirtûken wî "Kurd (Dîok û Kultura Wan)" ji Weşanên Avestayê bi wergera Ergîn Opekengin hat weşandin. Her wiha Weşanên Rûpel jî pirtûka wî ya lêkolînî "Mîrê Kurd, Mîr Mihemedê Rewandizî" weşand.
Prof. Dr. Cemal Nebez nêzî mehek bû li nexweşxaneyeke Berlîna Almanyayê dihate dermankirin lê êdî nekarî ber xwe bide û îro li nexweşxaneyê wefa kir.