Serkan Birûsk
Em ji gotara xwe ya berê vê nîvhevokê ”…sebra hunerî…” hildin û derbasî mijara xwe ya vê heftê bibin. Me gotibû em ê bi giştî behsa erkên rewşenbîrî û nivîskariyê bikin.
Belê bêşik berhemeke hunerî wext û sebrê dixwaze. Lê ev tenê jî têr nakin. Xebateke birêk û pêk divê. Em ji bîra nekin ku xebata bi plan û proje hîmek din a çîroka afrandinê ye. Berhevkirina hûrgiliyan, li eleka zanistiyê xistina wan, bi tecrube, hostetî û hesasiyeta hunerî formdayîna wan serêşa herî bingehîn a hunermend e û hê di dawiyê de berhem tê. Îca piştî ku berhem çap dibe û belav dibe, xwendevan û rexnegir qedera berhemê heta radeyekê ew diyar dikin.
Hinek berhem di dema derketinê de ji ber derfet û têkiliyên berfireh ên afrênerên xwe zû belav dibin û bi mirina afirînerên xwe re ew jî li ser refikan dirizin û diçin. Hinek berhem jî ji ber nevoreka xwe ya veşartî û dijwar rojekê tenê jî dilê xulqênerên xwe şa nakin, lê piştî mirina wan biharê ji wan re tînin çokê. Ev jî himekî bi xweserî, awayê xebatê û zanista afirîner ve girêdayî ye.
Xeseriya hunermend êdî cewherê meselê datîne. Heger hevîrê vê berhemê bi ked û zanista hunerî hatibe amade kirin û pêvajoya pijîna wê jî bi destê kevaniyeke hestiyar temam bûbe, êdî ew berhem ê bi qirnan temendirêj bibe. Û her cara ku têkilî digel wê berhemê were danîn ew ê têkildarê xwe bi aliyekî xwe yê nekifşkirî matmayî bihêle û wan bi bedewî û vegotina xwe ya hunerî veciniqîne. Ew ê hertim rûyekî xwe yê nû û balkêş nîşanî têkildarê xwe bide û bike ku ew devjihev li himberî xulqênerê berhemê temene bibin.
Hunermendên di vê astê de ku xwe li hemberî pêlên dijwar ên jibîrkirinê bi dirêjahiya dehsal û sedsalan digirin dibin xwedayên dinyayî. Çawa ku me hewl dabû em di gotara xwe ya berî vê de behsa şertên zehmet ên derketina kadro û rêberên siyasî bikin, bi nêrîna min heman pîvan û mêzên ji bo rewşenbîrên giranbuha jî maqûl e, ku mohra xwe li guhertinên bingehîn ên asta cihanê didin.
Heta deverekê barê hunermend û rewşenbîran ji yên siyasiyan jî, hem girantir û hem jî taybetir e. Ji ber ku dema kadroyek an jî pêşengek ji neteweyên bindest gava xwe ya pêşî davêje, ew dizane bê çi li pêşiya wî/wê heye. Ew xwe ji despêkê ve ji bo şer amade dike?
Lê rewşenbîrê ku kar û hunera wî pênûs û firçe ye ew tenê li ser dayîna berhema xwe difire. Îca dema bi êrîşekê re rû bi rû dibe tenê di asta parastina rastiya huner û ilmê xwe de tevdigere. Tenê dibêje “Dinya Girover e û li dora xwe dizîvire”. Berxwedan ango xweparastina wan hew ev e.
Ji siyasetê cuda derketina rewşenbîr û zanayan li hemû dinyayê bi zehmetî pêk tê. Peydabûna wan girêdayî gelek şert û mercên destdêr e. Bi piranî zeviya wan jî beyar û bejî ye. Ew ne qumaşên erzan in û hibra pênûsa wan jî bi buhayê peydakirina şîrê şêr di eyarê şêr de ye. Ew mîna mirarî û cewheran di nava qalikê beqlîsanokên binderyayî de nadîde, kêmdîtî û kêmpeyda ne.
Her wisa jî, ew ne bi çend gotinên xweş û pesindarî di deryayên bêdawî de avjenî dikin û ne jî di dilopeke çavnebariyê de difetisin. Ew timî zend û bend vedayî karkerên pêkanîna xewn û xeyalên xwe ne.
Bi pêjnên xwe yên sil û guhdîk, hûrgiliyên hevbeş ên êş û xweşiya mirovahiyê dibînin û wan kêliyan bi aqilêxweînkarkirî dide hunandin. Mirov dikare di vê rewşê de bêje heger berhemên zanistî berên rasterast ên aqil bi xwe bin berhemên hunerî jî ji têkiliya aqilê-xwe-înkarkirî û hestên bihişmend û pêjnoyî çêdibin.
Li vir hunermend loma mirovên xwedî karînên deraqilî ne. Timî dersînor û terqiyayên aqil in. Şopa wan nexuyayî û di rewşeke hişçûyî de ew timî li deverên nediyar nêçîra kêliyên nezeftkirî yên di nava dijwariya şikestin û serfkeftinên sedsalî de dikin û ew kêlî ji devê pênûsan wan riste bi riste tê rêsan û di her firçeyeke wan de hêdî lê kedî û naskirî diherkin rûhê xwendevan û bînerên xwe.
Nivîs berdewam dike…
07.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka
**
Beşa Yekem a vê nivîsê:
- Wêje di sêgoşeya siyaset, rewşenbîrî û divîskariyê de (I)