Diyarname
Hunermenda kurd Yelda Ebasî ji bo beşdariya çalakiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) duh Stenbolê lê li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatîbû binçavkirin. Vê sibê li Dadgeha Çagliyanê derxistin pêşberî dozger, piştî îfadeyê ew berdan.
NÇM ji bo 27'emîn salvegera xwe roja 9'ê mehê li Bostanci Gosterî Merkezî ya Bostanciya Stenbolê şahiyeke mezin lidar bixe. Yek ji beşdarên şahiyê jî wekî Yelda Ebasî diyar kiribûn. Ebasî ji bo vê yekê duh bi balafirê hat Stenbolê lê li Balafirgeha Ataturk ew hat binçavkirin. Bi şev ew li qedeqolê bû û îro ew derxistin Dadgeha Çagliyanê. Piştî îfayê ber bi nîvrokî ew hat berdan.
Yelda Ebasî di sala 2016'an de jî hatibû Stenbolê û konserek pêşkêş kiribû. Di konsera li Şanogeha Kenter de temaşvanan eleqeyeke mezin nîşanî konsera Ebasî dabûn.
**
Nûçeyên eleqedar: