Diyarname
41'emîn Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Geeorge H. W. Bush di 94 saliya xwe de wefat kir.
Bi navê xwe yê dirêj George Herbert Walker Bush ku di navbera salên 1989-1993'yan de Serokdewletê DYA'yê bû îro wefat kir. Kurê wî û 43'yemîn Serokdewletê DYA'yê George W. Bush daxuyaniyek weşand û wisa got: "Jeb, Neil, Marvin, Daro û ez em radigihînin ku piştî 94 salên bi qedir bavê me Bush wefat kir, em ji ber vê yekê xemgîn in. George H.W.Bush xwedê karakterek bilind bû û ji bo zarokek di asta bavê ku mirov divê de bû."
Bush ku li bajarê Houston a eyaleta Teksasê ev demek e li nexweşxaneyê dihat derman kirin wefat kir.
George Herbert Walker Bush kî ye?
George Herbert Walker Bush di 12'yê pûşpera 1924'an de li Milton a bi ser Massachusetts a DYA'yê hatibû dinê. Di navbera salên 1981-89'an de cîgerê serokdewletê DYA'yê bû û di 89'an de ji bo Serokdewletiya DYA'yê hat hilbijartin. Di dema Şerê Kendavê de ew bû Serokê DYA'yê bû. Di dema wî de ji bo Sedam Huseyîn êrîşê kurdan neke koalîsyona wê demê biryara qedexekirina balafiran bi ser Paralela 36'emîn (parçeyek herêma Başûr ku di bin destê YNK û PDK'ê de bû) re da. Di dema wî de li Tirkiyeyê partiya Turgut Ozal desthilatdar bû û navbera wî û Ozal baş bû.