Diyarname
Her tê gotin zargotina kurdî dewlemend e lê ev dewlemendî hê jî bi têra xwe nehatiye berhevkirin û nivîsandin. Niha emê du pirtûkên ku ji nav vê berhevkarî derketine û xwe gihandine xwendevanan bi we bidin nasîn. Henr du jî ji Weşanên Nayê derketine.
Ya yekem pirtûka Abdulkadîr Bîngol e, bi navê "Gotinên Pêşiyan û Biwêj" hatiye weşandin. Di pirtûkê de pêşî gotinên pêşiyan û biwêj hatiye şirovekirin, li ser ew ji ku hatine, çawa çêbûne hatiye sekinîn, Bîngol paşê gotin rêz kirine û pêre jî ew şirove kirine.
Gotin piştî ku hatine dayîn wergera wan a tirkî jî hatiye kirin. Bîngol di pêşgotinê de sedema wê wisa aniye ziman: "De qene baş were fêmkirin eslê wan gotinan bi tirkî jî hatine wergerandin û her wiha ravekirina wan jî hem bi kurdî hem bi tirkî hatiye kirin. Xwîner dema gotinekê yan jî biwêjekê bixwîne û bi her du zimanan jî wate û şîroveya wan bibîne bawerim wê ew bibe sedem ku xwînerên ku di zimanê kurdî de nejêhatîne, bêhtir hînî zimanê xwe bibin."
Pirtûka diduyan ku niha mijara me ye jî ya Abdurrahman Aydogdu ye ku bi navê "Gotinên Pêşiyan" hatiye weşandin.
Aydogdu dibêje min ji gotinên pêşiyan hez dikir (hez dikim) û her ku min gotinek pêşiyan dibihîst min li ba xwe dinivîsî. Bi vî awayî gelek gotin li ba wî kom dibin, lê dema bi der û dorê re dişêwre pêdivî pê dibîne ku hinek din bigere û lêkolînê bike. Li ser vê yekê li gund û navçeyên Pirsûsê, Amedê, Mêrdînê digere, di dawiyê de bi hezaran gotin li ber destê wî kom dibin û wan wekî pirtûk dide çapkirin.
Gotinên pêşiyan ji A'yê heta Z'yê li dû hev rêz kirine û pêşkêş kirine.
- Gotinên Pêşiyan û Biwêj / Abdulkadîr Bîngol / Weşanên Na / Zargotin / 2014/ 507 rûpel
- Gotinên Pêşiyan / Abdurrahman Aydogdu / Weşanên Na / Zargotin / 2015 / 119 rûpel