Diyarname
Kazakistan ku niha alfabeya Kirîlê bikar tîne ji bo derbasî Alfabeya Latînî bibe dest bi xebatan kir. Ji bo vê yekê hin saziyê perwerdehiyê wekî destpêk hilbijartin û li wan deran destbi xebatan kir.
Kazakistanê ji bo xwe Albafeya Latînê ku ji 32 tîpan pêk tê çêkir û bi vê li hin dibistan, kolej û zanîngehan dest bi perwerdehiyê kir.
Yerbol Tleşov (Midûrê Navenda Birêvebirin û Zanista Neteweyî yê Ziman-Xezîneyê yê Şaysultan Şayahmetov) di mehên gelawêj û rezberê re li temamê welat li 52 fakulteyên Ziman û Wêjeya Kazak de dest bi vê xebatê kirine.
Li gor agahiyên Tleşov di sala 2020'an de li dibistanên seretayî dê bi latînî perwerdehiyê bidin û ji 2021'ê wêdetir dê nasname, paseport û belgeyên din jî bi latînî bin.
Her wiha li welat ji bilî zanîngeh û hin cihên sereke li muze û pirtûkxaneyan jî dersên hînbûna alfabeya latînî dest pê kiriye.