Diyarname
Nivîskar Selîm Temo bi navê "Horasan Kurtlerî" (Kurdên Xorasanê) bi tirkî pirtûkek nivîsî û pirtûk ji Weşanên Alfa derket. Li ser pirtûk û naveroka wê bi navê "Xorasan û Kurd" li Fûara Pirtûkan a Stenbolê panelek li dar ket. Axifgerê panelê Selîm Temo di panelê de bi dorfirehî qala amadekirin û nivîsandina pirtûkê kir û got: "Ev pirtûk her çiqas akademîk be jî wekî ku nameyek giran be min ji wir anîbe bi min tê. Min nameyek giran ji Xorasanê ji bo vê parçeya mezin anî. Rûyê min bi bayê ku min ji Xorasanê aniye tije ye."
Temo got ku her çiqas 500 sal in em ji hev veqetibîn jî dema ez li wir bûm wekî ku em hê duh ji cem hev veqetiyabûn, bûn."
Nivîskar Temo diyar kir ku yekem lêkolîn di sala 1848'an de li ser Xorasanê hatiye kirin û qala wê derê kir. Temo got kir ku eşîr dewletên biçûk bûn, yên ku eşîrên xwe diparastin li ser lingan diman û ji bo Xorasanê jî diyar kir ku bi navê Karaçorlu, Şadlo û Çemîzgezek konfederasyonên eşîran hebûn û dûre diyar kir ku der barê van de, eşîrên li wir de hemû agahî di pirtûkê de pêşkêş kirine.
Selîm Temo qala wêjeya kurdan a li Xorasanê jî kir û wisa got: "Metna herî kevn Xerîbname ye. Forma Sêxiştî bikaranîne. Kela Dimdimê bi vê formê hatiye nivîsîn. Sêxiştî dişibe Haîku'yên Rojhilata Dûr."
Temo diyar kir ku li ser kurdên Xorasanê, çima çûne wir, çima vegeriyan, sedema wê, wêjeya wan û agahiyên din di pirtûkê de hene û li ser hejmara kurdên Xorasanê jî diyar kir ku niha Xorasan kirine sê parçe, kurd zêdetir li Bakurê Xorasanê dijîn û serjimariya kurdên wir ji 2 mîlyonî zêdetir e.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Ziman bi lêkolînên zanisti geş dibe'
- Serokê TYB'ê: Dewlet ji cotkaran bacê nagire çima ji wergêran digire
- Hinek çalakiyên li TUYAP'ê, tenê yek bi kurdî heye
- Vane weşanxaneyên kurdan ên beşdarî TUYAP'ê dibin