Diyarname
Bi ser mirina wê re 56 sal derbas bûn lê ew hê jî di rojevê de ye, hê jî gelek kes jê hez dikin. Niha jî ew bi erebeya xwe di rojevê de ye. Erebeya wê di mezatê de dê bê firotin. Hêvî ew e ku erebe bi 500 hezar dolarî bê firotin.
Markeya erebeya wê Ford Thunderbird e, serê wê vekiriye û tenê du kursî lê hene. Heta berî mirinê jî wê ev erebe bikar dianî. Erebeya ku gelek caran hatiye nûkirin lê hê parçeyên orjînal lê hene.
Roja 17'ê mehê li Los Angelesa DYA'yê di mezatê de dê bê firotin. Monroe di 20'ê berfanbara 1955'an de bi 4 hezar dolarî kirî bû ku wê demê ev pereyeke gelek mezin bû.