Şêxo Filîk
Ji edebiyata dinyayê çend mînak;
1. Di berhema S. Freud a bi navê “Şîroveya Xewnan” de hevokeke wiha derbas dibe; ‘Zeus bavê xwe Kronos xesandiye û ji ser têxt aniye xwarê.’ (rpl 217, 492, Weşanên Say, Wergêr; Dilman Muradoglu)
Lê li gor mîtolojiya Yewnanan, Kronos bavê xwe Ûrînos dixesîne, Zeus kes nexesandiye.
2. Balzac; di “Vadîdekî Zambak” de, dema qala resama fransiz, Ingres dike, bi navê “Me’re de Dieu” qala tabloyeke wê dike. Tahsîn Yucelê ku romana Balzac wergerandiye tirkî îdîa dike ku tabloyeke Ingres a bi wî navî tune ye. (H. De Balzac, Vadideki Zambak, Weşanên Varlik, rpl; 290)
3. Adalet Agaoglu, “Uç Beş Kişi”; Qaşo bûyerên romanê berî salên 1980’î derbas dibin. Lê Kismet (qarekterê romanê) wiha dibêje di pasajeke romanê de; “Sih û sê salî me. Ji dayik bûna min 1947.” (rpl.322) Li gor matemetîkê; 1947+33 dike 1980. Lê bûyer berî salên ‘80 diqewimin. An matematîk an jî A. Agaolu, ji her duyan yek şaş e. (Adalet Agaoglu, Uç Beş Kişi, Remzi Kitabevi, 1984, rpl: 322)
4. Bekîr Yildiz, di novela xwe ya “Halkali Kole” de wiha nivîsiye; “Dengê ezanê hê jî tê. Ev deng Herba Cemelê tîne bîra min. (…) Herba Cemelê ku Qureyşiyan pelên Quranê bi riman ve dikirin. Niha jî ji dêvla pelên Quranê zarokan bi serê riman ve dikin?” Herba ku Bekir Yildiz qal dike ne Cemel lê Herba Siffîn e. Ji ber ku li gor ereban bûyera ku Yildiz qal dike di Herba Siffînê de diqewime. (Bekir Yildiz, Halkali Kole, İskele Yayinlari, 2006, rpl.150)
Şaşîtiyên vî tewrî yên bûyerî, zemanî, mantiqî û mekanî di kurdî de jî ne kêm in;
Wekî çawa di hemû nirxandinan de cihê wê îhtîmalê heye, di vê nivîsê de jî ew îhtîmal heye ku min nêzikatiyeke şaş bi van çîrokan re danîbe û neheqî li van çîrokan kiribe. Pêşiyên me gotine ‘Dem dermanê her derdî ye’. Heke demê dermanê xwe ji me jî texsîr nekir û siberojekê derket ku yê neheq ez im, ango min neheqî li van çîrokan kiriye wê çaxê lêborînek misteheqê min e. (ev misteheqbûna ku ji xwenezaniyê dizê, ji bo nirxandinên min ên berî niha û yên piştî vê jî derbasdar in)
Ev çîrokên xweşik ku her yek ji hêla xisûsiyeteke xwe ya resen ve hêjayî lêkolînên dîtir ên edebî ne, bi van qisûrên biçûk tiştek ji xweşikiya xwe winda kirine gelo? Bi ya min na! Wexta ku çîrok çîrokine hêja bin û şaşîyên ku hatine destnîşankirin qisûrine biçûk bin çi hewceyî nivîsandinê bû? Ji ber ku tunebûna wan wê ji heyîna wan çêtir bûya.
1. Helîm Yûsiv, Guhê Jêkirî; di çîrokê de guhê qarekterê çîrokê (Remo) sê caran tê jêkirin. Di destpêka çîrokê de Remo tê malê ku guhekî wî jê kirine. Diya Remo ditirse, şaşmayî dimîne, dest bi nifir û gazinan dike û ji kurê xwe dipirse bê ka ev çi ecêb e hatiye serê wî, kê û çima li wî wiha kiriye. Lê ew ji diya xwe re qala tiştekî nake, tenê dibêje guhê wî naêşe û jixwe ewê sibê here bijîşk. “Lê (sibê) nehat û… nehat” Tariyekê xwe li gund rapêçaye û gundî dike û nake ronahî li tariyê hikum nake.
“Roj bi roj xelkê ronahî ji bîr dikirin, bûn hevalê şevê. (…) Karê xwe berdewam kirin wekî berê. Lê Remo nikaribû ev rewş bipejiranda ji ber vê yekê ji xwe re bi melûlî digot;
-Ne dûr e ku ez guhê xwe yê din jî li ser kim (1)
Tevî ku ji diya xwe sedema jêkirina guhê xwe veşart. Lê gelek mirovan pê zanibû”(2)
Ji hevoka 1’ê em pê dihesin ku em hê di dema niha de ne. Ango flashbackê dest pê nekiriye. Guhekî Remo di dema borî de hatiye jê kirin. (bila ev li vir be)
Di hevoka 2’em de nivîskar nîşaneya flashbackê dide. Jixwe piştî vê hevokê jî nivîskar ji me re qala serpêhatiya jêkirina guhê Remo dike;
“Tevî ku ji diya xwe sedema jêkirina guhê xwe veşart. Lê gelek mirovan pê zanibû.
Rojeke ji rojên Xwedê, berê xwe da bajêr. Li postê siwar bû. Remo dît ku poste incax pêncî salî bigihêje bajêr.” Remo ji derengçûyîna postê aciz dibe. “…Bû xirecira wî û ajovanê postê. Xwe rakişandin hev. Rêwiyan ew ji hev kirin. Kulmoza leşkeran der bû. Serokê wan zirt lê kirin:
-Ezê guhê te yê din jî jêkim eger tu careke din zimanê xwe dirêj bikî” (3) dibêje û li ber çavên rêwiyan guhê Remo jê dike. Remo dimîne biguhekî. (4)
Problem di vir de dest pê dike. Ji ber ku serokê leşkeran dibêje “guhê te yê din jî” Nexwe divê ev ne flashback (li paşerojê-vegerîn) be. Heke flashback bûya divê serleşker bigota “ezê guhê te jê kim eger tu careke din zimanê xwe dirêj bikî.” Lewre ji bo ku flashback bê hesibandin divê hê guhê Remo nehatibûya jê kirin û di postê de guhê yekem bihata jê kirin. Lê ji ber ku dibêje “guhê te yê din jî” êdî tişta ku tê fem kirin ev e; guhekî Remo berê hatibû jêkirin. Serpêhatiya guhê yekem herkes pê dizane lê ji diya xwe û ji xwendevan vedişêre, ev bûyera di posteyê de bûyera guhê duyem e.
Çîrok pê de diçe û geşedanên nû rû didin. Hinekên biyanî tên bi alikariya dewletê dest datînin ser erd û zevî û bênderên wan. Remo gundiyan lê sor dike ku bi biyaniyan re şer bikin û ji bo dest daneynin ser mal û milk û axa wan li ber xwe bidin. Wiha jî dikin. Gundî û biyanî li hev dikevin û esker tên Remo û gundiyan wê şevê dikin ‘mêvanê zindanê’. Wê şevê di zindanê de çi diqewime em nizanin lê wexta ku ji zindanê derdikevin nivîskar rewşa wan ji me re wiha taswir dike; “gundî tev de lingkul, devbixwîn, serpelixî, vegeriyan mal. Bû kûrekûra diya wî û desmalek da dest Remo ji bo şûna her du guhên jêkirî veşêre.(5) Bi dengekî xaw got;
-Qey qedera me ye ku em heta mirinê kole bimînin.
Remo ma bêguh.(6)”
Ji hevoka 5’em xuya ye li zindanê guhê din hatiye jê kirin. Û nivîskar dibêje “her du guhên jêkirî” Bi peyva “her du guhên jêkirî” vê carê em pê dihesin ku berê yek hatibû jêkirin û ev jî yê duyem e. Erê lê berê kêngî û li ku hat jêkirin? Heke sehneya postê (wekî jor jî hatibû qalkirin) flashback be û serpêhatiya guhê yekem be û ya zindanê serpêhatiya guhê duyem be, pirsgirêk tune. Lê vê carê peyva serleşker “guhê te yê din jî” vê îhtîmalê xira dike. (Helîm Yûsiv, Mirî Ranazin, Avesta, 2000, rpl;13-18)
2. Burhan Tek di çîroka ‘Şirîkantî’ de qarekterên çîrokê li hev şaş dike.
Du qarekterên çîrokê -Evdal û Reşît- bi şirîkantî otobesekê dikirin. Piştî ku otobês tê kirîn li hev rûdinin û li ser hiquqa şirîkatiyê û malê şirîktiyê (otobês) hin qaîdeyan datînin. Yek ji wan qaîdeyan jî ew e ku bi tu awayî wê darbest (mirî) li otobusê neyên siwarkirin. Yê ku vî şertî datîne Evdal e. Wê rojê wekî her carî ji malê derdikevin û berê xwe didin ‘bajarekî rojavayê Tirkiyê.’ Li ser rêya ew têre diçin bajarekî bi navê Qestel heye, ji ber ku keça Evdal bûka wî bajarî ye Evdal wê li wî bajarî peya bibe, here dîtina keça xwe û îşev li ba wê bimîne. Reşît û muawîn jî wê riya xwe bidomînîn û herin bajarê ku xwe lê girtine. Li vegerê jî wê Evdal ji Qestelê bigirin û wê bi hev re berê xwe bidin welêt.
Heta Qestelê Evdal otobêsê dajo, li wir peya dibe û riya mayî jî Reşît dajo û digihên bajarê li rojavayê Tirkiyê. Li wir yekî navsale tê û bi Reşît dide zanîn ku heke bi otobusa xwe meytê bavê wî bibe, ewê pereyekî hêja bidê. Qewlê Evdal tê bîra Reşît û vê yekê qebûl nake. Pişt re tê bîra wî ku jixwe hê nû otobês kirîne, destê wan teng e, birina meyt jê re fikrekî ne xirab xuya dike. Lê ji bo vê, alikariya wî bi muawîn heye. Wexta ku muawîn jî vê planê erê dike, darbestê li otobusê siwar dikin û diçin. Di rê de xortekî boz ê ji serî heta binî kincên spî li xwe kirine (bedilê spî, qrawata spî, qundereya spî) ji otobêsê re dest radike, Reşît disekine û wî xortî li otobusê siwar dike. Tên Qestelê, Evdal jî radikin û riya xwe didomînin. Evdal ji Reşît dixwaze ku dîreksiyon ji wî re berde û rabe here hinekî xwe dirêj bike, lewre ev du roj in ew otobusê diajo. Lê ji ber ku di baxaja otobusê de darbesteke ku haya Evdal jê tune heye, Reşît naxwaze cihê xwe bide Evdal. Li ser israra Evdal, Reşit radibe û dihere ku hinekî xwe dirêj bike û bêhna xwe berde. “a soxî Apê Reşît çû otêla şifêr. Ez û apê Evdal tenê man.(r.13)” Piştî ku Evdal li ser kursiya ajokariyê rûdine, ji ber ku di riyeke bi çivonek re diherin dengine xerîb ji dawiya otobusê tên. Evdal ji muawîn dixwaze ku here lê binêre bê ka ev çi deng e û ji ku derdikeve. Muawîn baş dizane ku dengê teqereqa darbestê ye lê nikare vê ji Evdal re bibêje lowma carekê dihere û tê dibêje çend qaseyên nizam kê bûn min edilandin. Piştî qederekê dîsa deng tê. Muawîn dîsa dihere û tê dibêje nizam filan tişt bû min sax kir, lê deng nayê birîn. Reşît (divê Evdal bûya) bi xwe radibe ku wê teqereqa ku wî aciz dike çareser bike. “Herçiqas muawîn jê re dibêje ne hewce ye tu dakevî jî şifêr bi ya xwe dike û dadikeve.(r.16)” Pey re mûawîn, pey wî re jî ew rêwiyê boz ji otobusê dadikevin jêr. Wexta ku deriyê baxajê vedikin Reşît û mûawîn dibînin ku destê mirîyê di darbestê de derketiye û ba dibe. Di wê de, çavê Reşît û mûawîn li Bozoyê li paş wan sekinî dikeve. Haya wan jê tune ku ew rêwiyê ku li ser rê rakiribûn jî piştî wan ji otobusê daketiye. Di wê tariyê de, bi wê tirsê didin pey hev û baz didin. Ji wan be ewê navsale bavê xwe saxî kiriye darbestê û ewê bi kincên spî jî miriyê di darbestê de ye… Muawîn ji Reşît re dibêje “Nexwe hîn bavê wî nemiriye û xistiye tabûtê ewladê heram, lê ji me re gotibû miriye. (…) Ev peyv kîte bi kîte ji devê muawîn derdikeve û bi her kîteyê jî gavên xwe mezintir diavêje. Lê Reşît tiştekî ji gotina wî fam nake, ne dizane law kî ye ne jî dizane bê yê di tabûtê de kî ye.(r.17)” Jixwe ji vê hevokê jî diyar e ku nivîskar qerekter li hev şaş kirine, lewre yê ku ev dek û dolab gerandî tev Reşît bi xwe bû, wê çawa haya wî jê tune be? (Burhan Tek, Nav, Weşanên Belkî, 2016, Rpl; 9-17 )
3. Mem Zînistanî, Du Demsal; Nivîskar di çîroka Du Demsal de, wexta ku biharê teswîr dike şaşîtiyeke mantiqî dike.
“Gulbarîna demsalê bêhna kulîlkên çiyayî bi ser zozanên me de wer dike. Dikim ji aramiya xwe ya xama re bi kûlîlkên rengşên tacekê saz bikim. Li derve baran dibare, bêhna axa tî difûre; bêvila min li ber vê bêhnê xwe berdide nava sermestiyeke bêbibînî.”
Dixwazim balê bikişînim ser “axa tî.”
‘Gulbarîn’, ‘bêhna kulîlkan’, ‘taca ji kulûlkên rengşên… wer xuya ye nivîskar demsala biharê teswîr dike. Nivîskar dike bi peyvan û bi şibandinan demsala biharê wekî seremoniya muzîkekê di rihê xwendevan de bide hîskirin. Û dike jî… Lê notayek –mixabin- vê seremoniyê xira dike; axa tî
Wexta ku em li dorvegera demsalan dinêrin bihar piştî zivistanê tê (payîz-zivistan-bihar-havîn û pişt re dîsa payîz…) ji ber ku bihar piştî zivistanê tê û ji ber ku zivistan demsaleke bi şilî ye, ax li zivistanê ji avê têr dibe. Lowma teswîra ‘axa tî’ ji bo biharê ne teswîreke rast e. Axa tî ku kesera xwe bi baranê dikuje, bêhtir li demsala payîzê tê. Çimkî berî payîzê havîn e, havîn demsaleke germ ê bê av û bê şilî ye. Axa ku di demajoya havînê de tî bûye bi barana payîzê re kesera xwe bi baranê dikuje.
Em hinekî din bi xweşbînî nêzîkî metnê bibin û bibêjin her çiqas îhtimaleke pir biçûk be jî dibe ku wê salê zivistan bê şilî derbas bûye û lowma ax tî bûye. Lê berdewamiya çîrokê –an go nivîskar bi destên xwe- vê îhtîmalê ji holê radike;
“Belekiyên kol û çiyayan dihelin, di gelî û newalan re mîna maran dikişin û tevî ava çeman dibin.”
Em têdigihîjin ku wê zivistanê berf û şilî têra xwe bariye ku a niha ew berf dihele, dibe av, mîna maran dikişe û tevlî ava çeman dibe.
Ma nabe ku ‘axa tî’ hêmayeke alegorîk be? Dibe, lê di vê çîrokê de na. Lewre ji serî heya dawî, zimanê çîrokê ne zimanekî alegorîk e. Çîrokeke din bûya –sermeselê Ayeta Sî û Sêyem bûya- dibû. Lê ev çîrok, wê întîbayê nade. (Mem Zînistanî, Bindarûk, Weşanên Lîs, 2015, Rpl; 61)
4. Bahoz Baran, di çîroka xwe ya bi navê ‘Name-nivîs’ de wekî mînaka Adalet Agaoglu xeletiyeke matematîkî dike. Wiha; Apê Salih dixwaze ji kurê xwe yê çûyî leşkeriyê re nameyekê binivîse. Ji ber ku xwendina Apê Salih tune bi Misto dide nivîsandin. “Kurê min ê delal, di ser ekseriya te re heşt meh derbas bûn (….) Piştî tu çûyî eskeriyê, dawiya meha nîsanê, Narê (Narê, çêleka/mangeya wan e) ket bîra mala Hecî Isman û lingê wê şikiya. Rebenê wa bû du meh in ku xwarinê jî baş naxwe û li axurî girêdayî ye. Ez dibêjim ji ber wî ye şîrê wê jî kêm bûye. Jixwe ber jî avêtibû rebenê. ”
Mangeya beravêtî û şîr! Heke ber avêti be jixwe nikare şîr bide, bîyolojî nahêle. Îhtîmal e ku carekê ber avêti be, paşê dîsa zayî be. Lê vê carê matematîk nahêle. Ji ber ku di destpêka nameyê de em pê dihesin ku ev heşt meh in kurik leşker e. Mange di heşt mehan de nikare carekê ber bavêje û paşê dîsa avis bibe û bizê. Roja ku lawik çûye eskeriyê vê mangeyê ber avêti be dîsa nabe.
Ji ber ku nivîskar demek diyar nekiriye em digihêjin vê qeneatê. Lê ev diyarnebûna demê ji aliyekî ve meriv dixe gumanê. Gelo mangeyê berî ku lawik here leşkeriyê ber avêtibû û Apê Salih tenê wê tîne bîra lêwik? Lewre ‘jixwe’ peyveke bergehfireh e û dikare ji bo demeke berî ku lawik here leşkeriyê jî bê bikaranîn. (Bahoz Baran, A Baş, Weşanên Belkî, 2010, rpl; 13)
5. Bawer Rûken, Dojeha Veşartî; Qarekterê çîrokê rojekê tê malê û dest bi nivîsandina çîroka –li gor salixdana nivîskêr- ciwanekî ‘gay’ dike. Ango di nava çîrokê de çîrokek tê nivîsandin. Da ku em jî qarekteran li hev şaş nekin emê ji çîroka nivîskêr re bibêjin ‘çîroka yekem’ û ji çîroka ku di nava çîrokê de tê nivîsandin re jî bibêjin ‘çîroka duyem.’ Jin qet ne li ser bala qarekterê çîroka duyem in. Tenê bi çavê hevaltiyê li jinan dinêre. Lê malbat, derdor, civak… lawik mecbûr dimîne ku bi Narîna hevala xwe ya zaroktiyê re bizewice. Ev çîroka serkeftî û ji aliyê mijarê ve balkêş ku li deverên paşdamayî wekî trajediyeke mezin hê jî li dar e, bi xeletiyekê derb lêketiye. Ber bi dawiya çîrokê ve, sehneya dawîn e; Narîn û qarekterê çîroka duyem li oda bûk û zava ne. Qarekter di nava dilxelîneriyeke ku ji tirs û kelecanê xwedî dibe de ye.
“…Xweziya ez ji tuwaletê derneketibama. Xweziya ez tê de bibûyama kurmikekî pîsiyê. Di qulika nepakiyê re ber bi jêr ve daketima. Û winda bibûma. Ez bêyî ku li tu tiştî din bifikirim. Narîna ku li ser qaryoleyê ku bi çarşefên spî pêçandî bû. Di nava tenêtiya odeyê de. Li ser piya. Çav bi agirê şehwetê sorbûyî. (…)”
“Narîna ku li ser qaryoleyê…” em wer dibînin ku di tenêtiya odeyê de “li ser piyan” e. Nivîskar pêşî bala me dibe ser Narînê ku li ser qaryoleyê ye, xwe tazî kiriye û çarşefên spî li xwe pêçane. Lê pişt re wekî ku nivîskêr ji bîr kiribe ku Narîn li wir dirêj kiriye. Hevokeke şûn de em dibînin Narîn li ser piyan e. Metnên monologî an jî hişherikîn wê derfetê hinekî didin nivîskar ku bêyî taswîrkirin qerekter ji cihekî bibe cihekî din lê ji serê çîrokê heta dawiyê tu nîşaneyên vê vegotinê xuya nabin, çîrok bi vegotineke klasik tê vegotin. Her çiqas çîrok bi teknîkeke postmodern be jî (çîrok di nava çîrokê de) vegotin klasîk e û ev şaşiyeke teknîkî ye ku Narîn geh li wir e geh li vir e. (Bawer Rûken, Dojeha Veşartî, Avesta, 2011, rpl; 85)
6. Mihemed Şarman, Muxtarê Kîrdirêj, Mihemed Şarman di çîroka Muxtarê Kîrdirêj de tûşî şaşiyeke mîna ya Burhan Tek hatiye û leheng li hev şaş kirine. Çîrok wiha dimeşe; du zarok (Sadiq û Tofan) li ser mezinahiya hacetên mêraniyê yên bavên xwe pev biçin. Li gor Sadiq di vê mijarê de bavê wî serketîtirê mêrê gund e, lê Tofan wekî navê xwe bawer e ku di vî warî de destê kesekî ne ji ser yê bavê wî re ye. Lowma çoyê di dest xwe de li nav çavên Sadiq dixe. Sadiq bi şewata ço re berxên xwe li şûna xwe dihêle û bi qêrîn ber bi mal ve dibeze. Diya Sadiq (Feleknaz), dema kurê xwe di wî halî de dibîne, bi paçikekî xwîna ser û rûyê Sadiq paqij dike, darekî dixe dest xwe û bi çêr û nifiran berê xwe dide mala Tofan. Diya Tofan (Ferîde) derdikeve balqonê ku Feleknaz li ber deriyê wan sekiniye û dide çêr û gotinan. Ferîde jî jineke ne kêmî Feleknazê ye, ew jî dest bi çêr û xeberan dike. Dema ku Ferîde û Feleknaz li ber deriyê mala Ferideyê hevûdu bi çêran têr dikin, hevokeke wiha ber çavan dikeve; “Li ber çavên Feleknazê, Selîmê wê yê serşikestî xuya kir.(r47)” Selîm kî ye em hê nas nakin, nivîskar hê ew bi me nedaye nasandin. Lê gora ku qala serê wî yê şikestî dike, gelo ne kurê Feleknazê be? Lê di destpêka çîrokê de nivîskar kurê Feleknazê bi navê Sadiq bi me dabû nasandin. Ji bo ku em Selîm nas bikin çîrok divê hinekî din pê de biçe; “Erê Selîm mêr bû, mêrê Feleknaza parxanşikestî û bavê Sadiqê poz pelixî bû. (r.48)”
Heke Selîm mêrê Feleknazê be hevoka rûpela 47’an ku dibêje “Li ber çavên Feleknazê Selîmê wê yê serşikestî xuya kir” hewce ye bê sererast kirin. (Mihemed Şarman, Pirça Wenda, Avesta, 2010, rpl; 47)
**
Nivîseke din a Şêxo Filîk a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Li Ser ‘Rêyeke Nû’ Lêgerîna Rêçên ‘Rû û Kûr’