Cîhan Roj
Humbaba: Di destana Gilgamêş de, parêzvanê daristanê yê pîroz.
"Bû humeguma dêw û hat..." ev, di çîrçîrokên kurdî de qalibderbirîn e.
"Hummm...ez hatim te bixwim!"Ew qalibderbirîn e ku zarokan tiştin diavêtin ser xwe, di lîskan de, xwe dixistin dilqek bitirs û digotin.
Reh, zemîn û têkiliyên kurdî di heman demê de ji taqeta peyvên wê tê ku hin peyv bi serê xwe bi çîrok in.
Ev gotin ne ji bo îdîayên di derheqê destana Gilgamêş de ne bê ew aîdî kê ye, ew karê lêkolîneran e; destan, ber û geşedan li ku hatibin pê, aîdî kîjan miletî bin jî, li vê coxrafyayê, têkiliyeke xurt a kurdî bi wan re hebûye ku wekî mînakên li jor di kurdî de mînak gelek in.
A ku îro, wekî mûcîzeyekê, rê dide me, derfet û wêrekiyê dide me da ku em romana kurdî binivîsînin, bi tevî danehev û îmkanên edebiyata modern a dinyayê, ew têkiliyên kurdî, derfetên kurdî ne.
Heger, em serê xwe bêhtir bi têgeha "bixwebeledbûnê" re biêşînin, xwe ji niyet û mexsedên dûrî edebiyatê bikin bi îhtîmaleke mezin ê rewşa edebî baştir be. Biwêjên di kurdî de wekî daristanekê ne, jiyana di wê daristanê de hêjayê mereqê ye da ew jî derfetin dîtir pêşkêş bikin.
Texmînên min hene lê pirseke di cî de ye da ku meriv bipirse;
Di kurdî de çend biwêj hene? (di hemî zaravayan de)Pey re, em pirseke din bipirsin; bingeh û egerên ku bibin sebeb da biwêj werin pê çi ne? Meriv ne wekî lêkolîner û pisporê wî warî bin jî meriv dikare ji ber xwe de çend sebeban bibêje;
Îmkanên zimên û têkiliyên wê, dewlemendiya jiyana li coxrafya wî zimanî, renginî û dewlemendiya kulturî, çîrokên bawerî û olan, dewlemendiya folklorîk...
Hin mînakên hatin bîra min; ji çîrçîroka Kerê Ji Xweliyê; "Hum dikim, gum dikim, heft deriyê hesin hûr dikim, tiliya xwe di qula derî re derxe ez bimijim (bimêtim) tu dirêj nekî ez ê bikevim hundur te parçe parçe bikim..." Ê ku wan gotinan dike dêw e. Vêca heybet û îhtîşama Humbaba di derbirîn û qalibên çîrçîrok û destanan de jî diyar e..