AMED
9 partiyên siyasî û rêxistinên kurd ji bo komxebata li ser zimanê kurdî bi şîara "Îro zimanê me yê dayikê sibê neteweya me" ku dê di 10’ê mijdarê de bê lidarxistin ji bo daxwazên ziman daxuyaniyek giştî dan û bernameya komxebatê bi raya giştî re parve kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Mirov, Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), bi şîara "Îro zimanê me yê dayikê sibê neteweya me" li Amedê, li Cemiyeta Rojnamegerên Başurrojhilat ji bo komxebata li ser zimanê kurdî civînek çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Di civînê de rêveberên partiyên siyasî amade bûn û pankarta “Zimanê me hebûna me ye” daliqandin. Daxuyaniya bi kurmancî Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek û daxuyaniya bi zazakî jî Endamê Lijneya Navendî ya Hereketa Azadî Sitki Zîlan xwend.
Daxuyaniya bi kurmancî ya bi sernavê “Ji Bona Zimanê Xwe Em Bi Hevre Ne” ya ji aliyê Çîftyurek ve hat xwendin wiha ye:
“1) Em neh rêxistin û partiyên ku navê wan li jêr hatiye nivisandin, ji bona zimanê dayika xwe ya ku hevbeş û berfireh e, li dijî asmilasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, ji bona ku em bi hevre deng derxînin û dengê ku ji gelê me jî derkeve hîna bilindtir bikin, hatine cem hev.
Em ‘Îro zimanê me, siberoj jî netewa me wê têk biçe’, li miqabilî vê rastiya hanê re rû bi rû bûnek kûr ku xwîn jê diniqûte, ji bona ku em birînên xwe bikewînin, birînan bipêçin û bi hevdu re bersivekê bibînin, hatine cem hev. Bi saziyên siyasî û sivîl, bi rewşenbir û hunermandan re, bi mellan re, li dijberî asimilasyona zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) çareseriyên rojane û dêmdirej bibînin, hatine cem hevdu.
2) Em bi hişmendiya ku her gel bi ziman û kultura xwe heye tevdigerin. Em dixwazin ku miletê me li malan û kolanan, li dolmîş û otobusan, li nexweşxaneyan bi Kurdî (Kurmancî-Zazakî) biaxivin. Bi vê mebestê em dixwazin bangî gelê xwe bikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin.
3) Em, ji bona ku siyaseta dewleta Tirk ku zimanê me xistiyê ber sikratê teşhîr bikin, ji bona ku li dijî siyaseta yek tîp kirinê, red û înkara li dijî kurdan eşkere bikin, li ser sê beşên bingehîn em xebatê bikin, hatinê cem hevdu.
Yek, ji zimanê me yê ku dewlet dixwaze tune bike, bi saziyên pispor re, bi kesayetiyên Kurdan re, bi dînamîkên sivîl û siyasî re û bi gelê xwe re em dikarin çi bikin? Ji bona bersiva van pirsan em hatine cem hev.
Dido, ji dewleta Tirkiyê ji bona ku astengên li hemberî zimanê Kurdî ji holê rabin û ji dibistanê seretayî heta zanîngehan zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li gel zimanê Tirkî di dora didûyan de bibe zimanê fermî û pejirandî, me biryara têkoşineke hevbeş daye.
Sisê, em li hemberî asîmîlasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, dixwazin qêrîna gelê xwe bigîhînin raya gişti ya dinyayê û mirovên xwedî vijdan li Tirkiyê, dengê xwe bigihînin saziyên navdewletî weke Yekitiya Neteweyan, UNESCO, Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa û hwd. Emê ji bona mafê zimanê xwe alikariyê ji wana bixwazin.
4) Em, bi hemû van pêngavan ku wê bêne avêtin ji kadroyên sivil û siyasî û ya herî girîng jî ji gelê xwe dixwazin ku alikariya bingeha kultura demokrasiyê û Tifaqa Neteweyî di nava Kurdan de bikin. Pengavên ku di vê mijarê de bêne avêtin ne pêngavên dawiyê ne lê em dixwazin û hewl didin ku ev bibin pêngavên destpêkeke nû.”
Çîftyurek li ser armanca komxebatê jî rawestiya û wiha got:
“Armanca Komxebatê; Zimanê Kurdî ne qedexe ye. Lê belê ne zimanê perwerdehiyê ye li dibistanên Tirkiye yê. Zimanê Kurdî ne zimanê fermî yê duyemîn e li bakurê Kurdistanê. Bi vî awayî li duwarojê gefekî mezin li ser wendabûna/tunebûna zimanê me heye.
Em komxebatê di rewşa zimanê Kurdî de li ser sê mijaran disekinin;
1 - Helwest û kiryarên dewleta Tirkiyeyê û destxistin û daxwazên me ji dewleta Tirkiyeyê.
2 - Daxwaz û hêviyên me ji sazî û rêxistinên Navdewletî li gor peymanên navneteweyî.
3 - Çawayî ya belavkirin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî, nexşerêya xebat û çalakiyên di nava gel de.
Çîftyurek bernameya komxebata li ser zimanê Kurdî jî wiha rêz kir:
“Piştî vegotinên/amejekirinên partiyan, destnîşankirina destgehan/kargehan (atölye) li ser 3 mijaran. Encamên destgehan/kargehan di civîna giştî de wê bê nirxandin û daxuyanî ya encamnameyê ji bo raya giştî li gora biryara plenum bê dayîn.
10’ê Mijdar/Sermawezê 2018 Yekşem
10:00 Destpêkirina Komxebatê û hilbijartina 3 kesan ji bo birêvebirina komxebatê
10:10 Vegotinên/Amajeyên Partiyên Sîyasî (rêza wan alfabetîk hatiye danîn)
- AZADÎ
- DBP
- HDP
- OSP
- PAK
- PDK
- PDK-T
- PÎA
- PSK
11:04 Destnîşankirina destgehan/kargehan
11.15 Navber
11.30 Rûniştina yekem a destgehan/kargehan
12:30 Navber ji bo firavîn
13:30 Runiştina duyem a destgehan/kargehan
15:00 Navber
15:20 Rûniştina sêyem a destgehan/kargehan
16:30 Civîna Giştî /Plenum (pêşkêşkirina encamên destgehan/kargehan)
17:30 Pêşkêşkirina encamên dawî û encamnameya komxebatê
18:30 Dawiya Komxebatê”
Ji MA'yê hatiye girtin