Serkan Birûsk
Di guhê min de berguhik di telefonê de li bernameyê guhdarî û temaşe dikim a ku min di Telefizyona Mezopotamyayê (2003) de li ser jiyan û berhemên rehemetî Mîr Celaded Alî Bedirxan, digel gorbihuşt Mehmed Uzun tomar kiribû.
Difikirim ku tu isma rehmê ji bo rewşenbîr, şoreşger û hunermendên kurdan di zikê vê jiyanê de tune ye. Çend navên kedkar ên çand û wêjeya kurdî bi dû hev de têne bîra min ên ku di temenekî ciwan de ji nav me bar kirin û em ji dayina berhemên xwe yên şakar, bêpar hiştin. Serhedê Hozan ji warê Evdalê Zeynikê, Şakiro, Huseyno û şopdarê Xarapêtê Xerzî, melodiyeke berdewamlêketî di dilê mîlyonên azadîxwaz de û hevrêyê Mizgîna Delal û Delîl Dogan…
Erê Eyaz Zaxoyî gulê bîst û pênc pelî “Va Newroz Hat Bi Gul û Rîhan e” û dilê me ji bo we bi kul û kovan e. Yilmazê me şahê filman e, lê pençeşêr ileteke bêderman e…
Axîn û kesera min a xweber tevî deng û rengê Mehmet Uzun dibe û wekî dilopeke tîr a risasa heliyayî diniqute ser bîra salan. Dengvedaneke xemgîn di dil min de olan dide û li ber pêlên Hewara Dicleyê, diherike Bîra Qederê ya kor û xetimî…
Rehmelêyo, tu bi qedrê Xwedê bikî, hê çiqas peyvên negotî hebûn ku wê ji devê pênûsa te ya ku sal bi sal dikemilî, mîna hebên tizbiya kahribarî di nava tayê hevoka xwarî bi kurdî de dê biherikîna ser kaxiza spî û dilê neteweya jinûve-vejînî wê bi ciwaniya berhemên nûhatî şênber û gulvedayî biba û… Axîn û heyf êdî du peyvên stûxwar û bêkêr in. Dizanim lê dîsa jî, bi diljeniya karên nîvcomayî, tengav dibim û li ser bîranînan hûr û kûr dibim.
Lewra wekî aniha tê bîra min; ew ê bernama “Nav û Deng”, biba yekemîn bernameya TV´yê ku min ê amade û pêşkêş bikira. Bername li ser jiyan û berhemdariya navdarên rehmetlêbûyî yên kurd bû. M. Uzun wekî yekemîn mêvan beşdarî vê bernameyê dibû ya ku min di destpêka gotarê de îşaret pê kir. Ez bi kelecan û bê tecrube bûm. Ew jî aram û hogirane bû. Berî destpêka bernameyê, amadebûna xwe ji bo her cure alîkarî bi awayekî maqûlane ji bo bernameya min û televîzyonê diyar kir… Piştî bernameya li ser Celadet qediya, me li hev kir ku em li ser jiyan û berhemên Mahmut Baksî ku berî sê salan jiyana xwe ji dest dabû jî bernameyekê çêkin. Û me xatir ji hev xwestibû…
Ji ser cada mezin a kolanê berê xwe didim peyarêya diçe daristanê. Bayekî sar li rûyê min de û ez zîziya payîza zer a hişk û bipişkîn di nava rihê xwe de hîs dikim. Tariyeke ji baskê çûka reşêleyê reşetir min di nava xwe de reşpêçayî dike. Ronahiya lembeya kolanê ji ava ber pê min dibiriqe. Ji nişke ve serê kûçikekî di ber min de derdikeve û vediçiniqim. Ew seyê almanî yê girs li himberî min radiweste û li min dinêre. Bala xwe baş didim seyî, ew li ber çavê min dibe gurek û ez qîlên wî yên spî dibînim. Dilê min bikîn û bihêrs lê dide. Hest dikim ku xwîna di rûyê min de dikelije, di damarên rûyê min re diherike û li şûna xwe çermekî ji rengê soringî dihêle.
Li xwe hay dibim û xwe bi xwe dibêjim; Gur ajalek kovî ye, ji bo bijî nêçîrê dike lê ma kerîmirovên di eyarê (postê) gur de ku hebûna xwe di tunebûna mirovên din de dibînin û çavkaniya van êşan hemûyan in?. Li rûyê min bişirîneke xav li wan derbas dibim û careke din li deng û rengan temaşe û guhdarî dikim. Pelên zer yek bi dû ya din de li ber bayê payîzê bi ser min de diweşin… Li ser şiverêya diçe warê stêrkên ciwan li gazinên pênûsê guhdarî dikim; Herçî rexne bûn, min ji wan qebûl bû, lê buxtan û zikreşîyan bejn li min dişkandin…!
Piştî bi salan, careke din li studyoyê bûm û vê carê kamerayên Newroz TV ji bo bernama “Hunera Peyvê” dixebitîn û wan jiyan û berhemdariya M. Uzun ji devê Mîrhem Yigit û Zozan Uzun tomar dikir. Di bernameyê de hevjîn û hevxema M. Uzun behsa hûrgiliyên xebata wî ya rojane dikir û digot: “Xew li wî diherimî û bi tembiyên lehengên xwe ji xewê şiyar dibû. Mîr Elî Celadet Bedîrxan tevî hemû malbata xwe bi şev û roj di nava jiyana me de bûn.”
Belê Bedewê Pênûsê, navdarê ku jiyan û berhemên kedkarên çand û hunera kurdî di nava hevîrê trajediya gelê xwe de distira û bi rêya hunera peyvê di forma romana biyografîk û dokumenterî de bi şêwazekî nûjen vedijenî û pênûsa xwe di navbera nifşan de kir pireke herdemî…
Yenî Ozgur Politika