Diyarname
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê di rojnameya fermî de dema Hilbijartina Herêmî û tiştên divê bêne kirin eşkere kir.
Li gor YSK'ê kesên di saziyên pîşeyî, sendîka, banke, yekîneyên leşkerî û cihên wisa fermî de dixebitin û dixwazin di hilbijartinê de bibin berendam divê heta 1'ê berfanbarê îstîfa bikin.
Di rojnameyê de wisa hat gotin: "Hilbijartinên de taxan û îdarÎ her 5 salan carek çêdibin. Di di sala 5'an a vê hilbijartinê de 1'ê rêbendamê pêvajo dest pê dike û di roja dawî ya adarê de hilbijartin çêdibe. Li gor niha di 31'ê adara 2019'an de dê hilbijartin çêbibe. Ji bo yên ku divê îstîfa bikin jî xebat hat kirin û ev xebat temam bû."