Feratê Dengizî
Qadiro,
Cotkalikê Rasta Giro,
Serê misasa te bi zengilo,
Xelkê lêxin were viro.
Qadiro, Gura biro… Qadiro Şîva guro…
Gelo, belaya navê mirov li mirov dikeve! An jî ew qas tişt tên sere mirov, jiyanek ew qas tiştî radigire. Jixwe ranegirt.
Ku çû leşkeriyê diya wî dûrik tavêtin ser, yek jê; Qadiro / Cotkalîkê Rasta Giro / Talanê gawir biro / Bi qasî Warkê Ereban min bêriya te kiro.. (Warkê Ereban: Giyarekî gir î bi zinar î bilind ê di ser gund re)
Herê Qadiro! Qadirê qop, qopo… Ev çi hal e!
Hê ji zarokî de dayika wî dûrik tavêtin ser. Lê Qadiro gêj e, na! Biaqil e, ne zêde. Dexs, eks, ezez, çavnebar, qetrihm yanî dilkevir, belkî, herê… Dengxweş, dengbêj, jêhatî, jîr, mulayîm lê famkor. Wey… ka wê jiyan çawa be! Tew ku warê te bindest be. Hezar bela li hêviya te.
Xortanî, karê zêde, tenêtî ew bêzar kir. Berzewac e. Çend serîdan bêncam bûn. Qîza Mala Biharê erê kir, îca bêdilî bavê ye. Qadiro dilkevok e û çav li mala dilketiyê. Bi stran û coş her li mala wan dinêre. Belaya pêşîn; li ser rizda tehtê ku li ber lingên xwe nedinêrî, çav li mala dilketiyê, şemitî. Dev û diran tev çûn, diran şikestin, rû bû çaroxa lastik î ku di avê de xwaromaro dibe. Dev, diran û çeng û neman.
Bela yek. Na min ji bîra kir, belayên zaroktî jî hene.
Zarokan agir berdayê sergoyê ber malê. Bi rojan dû ji sergo diçe. Sergo bûye pizot, tev bişkulên keran, mirat wekî barûdê ne. Wan di navbera di ferşikan de diteqînin, dengê guleyê jê diçe û dikenin. Zarokî ji lîstike, jixwe. Rojekê sergo bûye agir û her der bizot. Dibêjin em ê xwe di ser agir re çeng bikin. Hevalên wî mezin in, jixwe Sêlimo, yanî Sêlimdarê wekî hewra Stewrê rast û dirêj e. Her kes xwe di ser agir re bê qeza û bela çeng dike. Dibêjin Qadiro xwe çeng meke, tu biçûk î, kî guh didê, û xwe tavêje nava tirafê, de bifikirin, şeq, pişt her der dişewite, ne bes e di wê şerpezetiyê de kekê wî Hisêno don pê dadike-dibejin wisa baş e- mala wî xera dike. Canê wî niha jî wekî boxçika feqîran bi pîne ye, pîneyê mezin ên şeqên wî ne. Malwêrano, heta ku çê dibe dinya wî alî dibîne, wê çaxê derman jî zede nîn in.
Îja jî camêro xort e. Dem dema ajotina hespê ye, hespên wan jî bi nav û deng, beza. Ji Girê Şêran tên, neqlê bênderên Rasta Gir ên dawîn in, hesp vala ye, siwar jî Qadiro… wexta ku digihê serê Şewlê Mûseka, wê rasta xweş, dil dibije ajotina hespê, bide teleba. Derdor dibêjin Qadiro bise, tu bi hespê nikarî, wê serî ji te bistîne. Heylo, aqil di ser kum re ye. Ji çargavan ku hesp dileqe, ew pehniyan lê dide û hesp dide teleban, her ku diçe zêdetir dibeze û serî jê distîne. Herî dawî di ser serê hespê re diqulibe erdê, ser piştê li ser tehtê dikeve, hesp jî bi ser de pê lêdike û li pey xwe dikişîne. Hestiyekî saxlem di canê wî de namîne, serî dipelixe. Aqilê ku heye jî diçe.
Bisekinin hîn hene. Ne Qadiro ye, rebeno… teşqele ye, teşqeleya di rûn de qemirî bi rû de rijî.
Zewiciye, karker e, xwedîzarok e. Bihar e û li çem xanî lêdike, ew ê bê Delav, ji Dengiza bê Delav, Delavê Dengiza. Bihara wê salê jî, ji barîna baranê re bereket e. Ava Şewla her har dibe. Karê xwe yê rojê qedand û berê xwe da mal, lê di bin baranê de, wekî ku tu devê kum vekî. Go, ez ê herim kerê xwe bînim. Gotin, av rabûye, bihêle, tişt pê nayê. Naa, ez ê herim, û diçe ku kerê bîne. Xwe digihîne ser bena-benda erdê xwe, ker jî hebikî ji dûr, lê tofan rabûye. Ciyê xwe guhert, çû ser hîmekî ku berê Ava Şewla anîbû, lê herhal îro dîsa tofana Nûh bû. Avek bi hêbet î feratîn hat, ne bend hişt, ne hîm, newal bû Behra Wanê. Rê tev hatin betalkirin û Qadirê min û te çû li qamîrekî, na wile berê bi darekî hişk î ber lehiyê girt, sekinî. Bi qamir girtiye dilerize, qurifiye, hiş nemaye. Serî nizam li çend hîman ketiye, çend caran noqî avê bûye, hatiye ber fetisandinê. Wê çaxê qamyon,tir pir di Delav re diçûn, hê riya Mehsertê venebûbû. İlim jî tiren Bulgaristanê zêde bûn, cixare ji zarokan re tavêtin, ajokarên nîvtezî balkêş dihatin ji xelkê re. Dîsa çend tir rawestiyabûn. Neyêser, şêniyan bi wan dan fêhmkirin û şirîtek qalind û dirêj ji wan peydakirin. Silkê, ew li nava xwe girê da, aliyê din jî avêtin hewrek qalind, Silik (Silêman) bi sed bela û hetîketê xwe gihandê û ji nava lehiyê kişand, behna wî derket û eşheda xwe anî. Avê ker bir û kurtan di nav dehlan de dîtin.
Jiyanê zêde jê hezdikir, lê wî qet ne jixwe, ne ji tu kesî hez dikir, eksekî bê hawe, lê hinek jê ne têde…
Agirê şoreşê welat geş kiriye. Şevreşkên welêt mêvanê wan/wî nin jî.
Pir ji wan hez dike, di emrê xwe de ji kesî wiha heznekiribû, ku digot, “heval” sed peyvên “heval” ên şêrîn, mîna hinguv ji lêvên wî diherikîn. Miriyê wan bû, li ser wan dimir, nedihişt kes toz û xumamê bîne ser wan. Sê kurên wî hebûn, jixwe hersê jî bi awayekî bi wan hatibûn girêdan, jiyana wan bû teşqele. Lê axxx.. keysa felekê. Her ku operasyon derketena ew digirtin û bi lêdanê ji mirinê difilitandin, lê ew jî eqs bû, çi qasî hevsera wî bigota, kuro neçe wê herêmê, leşker lê ne, çiya dane ber xwe, lê wî bi ya xwe dikir û lêdana xwe dixwar, her car taximê deve wî jî dişikandin, diçû taximekî dinê çêdikir.. Ji leşkeran re digot, “ev der warê min e û karê min heye, çi îşê we jê ye”, lê bêmecal dima. Berê jî tiştên wisa gelek hatibûn serî. Wexta ku Silik kurê Hecî Emîn kuştibû jî, leşker ji çiyayên wan û Girê Şêran dernediket û gundî didan ber lêdanê, lingên tevan werimî û piştşikestî bûn. Karê wî jî her tim li Girê Şêran hebû. Carekê ew girtin û jê pirsin, “Ka Silêman Yavuz” yanî Silik, go, “ez çi zanim, ma kurê bavê min e” û lêdana xwe xwar, herê “Gayê Reş te çi xwariye”, ew li ser darbestê kirin û anîn malê, paşê nîvê şevê ew gihandin Aşê Kunifir, Aşê Mistefa Beg, destê sibehê qamyonek hat ew birin Mêrdîn Mala Qoselî, ew cebirandin. Ciyekî wî sax nemabû. Jixwe diran di dev de nemabû, taximek ji xwe re çêkir. Ku hebikî hat ser xwe dîsa berê xwe da Girê Şêran, dîsa leşker û pirs. Îja jî got navê min “Ahmet Salman” e, wî, got ez navê xwe biguherim, ez ê xelas bim. Îja jî Zeki Salman jê xwestin, lewra ew firarê leşkeriyê bû. Dîsa lêdana xwe xwar û li ser kerê bi mirîtî hat malê.
Ê de ev çi qeder e lo, hûn navekî lê bikin!
Jixwe herî dawîn roja ku gund hat şewitandin, dîsa ji lêdanê çû ber mirinê, serî lê bûbû defa hawarê, çîp û mil tev şikenandî… Jixwe pêşî winda bûbû, kûçikê wî, xelk birin qereqola Ewîna, ew li wir dîtin û fêm kirin ku sax e.
Tofanên li ser serê wî naqedin.
Gund vala bû û ew jî qewirandin, wî jî ji bêçaretî wekî gundiyan gişan berê xwe da bajarê Îzmîrê. Hejmarek zêde gundiyên wan li wir in. Lê ew der jî lênehat. Nestrî. Bûka wî tevî zêrên xwe bi cerdevanekî re reviya û şop li xwe winda kir. Ne bes e, zavê wî qîza wî bi duwazdeh derbên kêrê qetil kir, qaşo ketibû rêya xerab. Vegeriya û li gundeki Wêranşar bû gavan, carekê bayê wî çep diqupilî, ew der jî lê nehat û hat Qoserê. Heta vegera gund serbest bû, li wir ma, lê li wir jî tofanê jê negeriya. Ava lehiya mala wî dagirt û tiştekî wî nema, lê hê jî devliken bû, loma hiş jî li ber lehiyê çûbû. Îja çav nedidît û her ji ber bijîşkan direviya. Her ku erê dikir emeliyat bibe, lê ku diket odeya emeliyatê bi hawar û qêrîn bû, kesî derdê wî fêm nekir, an jî jixwe derdê wî li holê bû, her kesî fêm dikir.
Jiyan, jiyana bindest, tu serê xwe bixwî…
Niha, nivmirî di xaniyekê xwe yê nivxerabe de li erdê ye, bûye wekî gulokekê, her derê wî şikestî û birin, tirsê ew kiriye kêzik. Nîvmirov e. Hema dipeyive, “tu kî yî? Ji ku yî? Kurê/Keça kê yî? De bes vira bike” û bixwe ne bawer e, ranabe, nîvdînoke û aqil berdaye. Jiyana di nav livînan de û bi tirsa lêdanê, rojan dijimêre ku ji vê dinyaya bênamûs, ji vê dinyaya gewrik xelas bibe. Ev dinyaya ku qet lê nehat. Ha bi vî halî jî cara dawîn di pacê wer bû, paceya Qesra Hecî Izêr a wêran, go qey derî ye. Hecinî.
Wefata wî jî ne bê teşqele bû, ava gund xerabû, bêavî rewş xist şerpezetiyê, lê îdare bû. Şîna wî bi şînahî derbas bû dijberî jiyana wî. Tew melayê ku ji Kunzêrîb anîbûn, lewra melayê gund tunebû, te digot qey li gorî rewşa Qadiro bû, feqîr, lawaz mîna mirovê ji darikan, mîna pêkenokan. Her kesî digot; eynî Qadiro, yan jî li gorî rewşa wî. Rebenê mela ji ber Hecî Şêxmûsê Hecî Bedîrxan ku mîna gamêşekî tirtireyî irire bû, ketibû belayê. Neyêser…
Herê Qadiro, bi rastî jî gura biro, gurê manco, gurê Roma Reş ew biro. Mirovahî bi qurbana edaletê be ku qelsî, bêxwedîtî, malwêranî ye. Bindestî malwêranî ye.
Lê Qadiro, şîrînê ber dilê dayika xwe…
Wê heqê te û yên mîna te nemîne, dê nemîne, divê nemîne.
Jiyanek azad a gelê te, ew ê berdêla vê zilma giran be.
Qadiro, ma ev jiyan e, looo…
Dê bi qurban, dê bi ser serî geriyayo…
19.09.2018 / Delavê Dengiza
mamosteaydin@hotmail.com