Diyarname
55'emîn Pêşbaziya Neteweyî ku ji ber Festîvala Fîlman a Antalyayê beşa Pêşbaziya Neteweyî betal kiribû wekî reaksiyon hat destpê kirin bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di pêşbaziyê de fîlmê Tayfun Pîrselîmoglu "Yol Kenari" wekî Fîlmê Herî Serketî hat hilbijantin. Derhênerê kurd Mehmet Ali Konar jî xelata Derhênerê Herî Serketî girt. Mehmet Ali Konar fîlmê xwe "Hewno Bêreng" bi zazakî kişandibû. Derhênera kurd Rojda Akbayir jî bi belgefîlmê xwe "Parçalar" ji Siyadê xelat girt.
Festîvala îsal di navbera 30'ê rezberê û 4'ê kewçêrê de li dar ket. Festîval bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di şevê de ev xelat hatin belavkirin:
- Fîlmê Herî Serketî: Yol Kenari (Tayfun Pirselimoglu, Vildan Erşen)
- Derhênerê Herî Serketî: Mehmet Ali Konar (Hewno Bêreng)
- Senaryoya Herî Serketî: Çagla Zencirci, Ramata Sy, Guillaume Giovanetti (Sîbel)
- Lîskimvana Herî Serketî: Damla Sonmez (Sibel)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Tansu Biçer (Yol Kenari)
- Xelata Fîlmê Herî Serketî yê Siyadê: Parçalar (Rojda Akbayir)