Diyarname
Bala raya giştî ya kurdan a nivîsê li ser Fûara Pirtûkan a Amedê bû, fûar hat û çû, lê weşanxaneyek din a kurdan li cihek din li fûarê ye. Em qala weşanên Na dikin ku beşdarî fûara li Manîsayê bûye.
2'yemîn Fûara Pirtûkan a Manîsayê 28'ê mehê dest pê kir û heta 7'ê kewçêrê didome. Ji nav weşanxaneyên kurdan tenê Weşanên Na li fûarê ye. Weşanên Na ligel Weşanîn Kîl stand vekiriye û pirtûkên xwe yên bi kurdî û tirkî pêşkêşî kurd û tirkên Egeyê dike.
Li Manîsayê li dor 100 weşanxaneyî stand vekirine.