Mecîd Nîzamedîn Gilî
Li cihê ku ez li wir bûm, nêzîkî 100 serokomar, şah, serkirde û nûnerên 193 welatan civiyabûn û ez wekî rojnamegerekî kurd, min di wê lûtkeyê de derfeteke zêrîn dît ji bo bersiva vê pirsê: Gelo rast e ku êdî temamê cîhanê, kurd û rola wan a mezin a di şerê DAIŞ'ê de ji bîr kiriye? Êdî yekane rêya cardin rabûna kurdan, Bexda û piştgiriya Tehran û cîranên me ye? Gelo rast e ku nîgeraniya çend dîplomatên asta nizm ên Amerîka ji ber referandumê, tê wê wateyê ku Amerîka û rojava "ceza didin kurdan" û nabe êdî kurd pişta xwe bi wan ve girê bidin û 16'ê Cotmehê (Kewçêrê) cezayê Amerîkayê bû li dijî referandumê?
Yan jî ev hemû çend xurafeyên siyasî ne, ku piştî 16'ê Cotmehê ve derketine holê û hêj derfeteke zêrîn heye û divê kurd jê sûdê werbigrin. Hêj serkirdeyên Amerîkayê, kurdan wekî derfet dibînin û têkçûna DAIŞ'ê bi serketina kurdan û Pêşmerge ve girê didin.
Ji bo bersiva van pirsan, bi şêwazên cuda, vê hefteyê min ji Serokê Amerîkayê, Serokê Fransayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê û nêzîkî 17 rayedarên welatên Ewropayê pirsyar kirin. Ev kurteyek ji bersivan in, ku ez dê piştre li jêrê wateyên wan bibêjim û behsa xeletiyekê bikim ku niha kurd dikin.
Amerîka:
- "Em gelek alîkarî didin wan, me mil bi mil (li gel kurdan) şer kir… Bi alîkariya kurdan, me DAIŞ têk bir." Serokê Amerîkayê Donald Trump roja çarşemê li ber kamerayên bi sedan medyayên Amerîkî û navdewletî, ev ji min re got. Ev piştî wê yekê bû ku pesnê kurdan da bi gotinên "Xelkekî gelek gelek baş û gelek gelek wêrek in".
- Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî – ku ji serokê xwe zêdetir ji hûrgiliyên siyaseta welatê xwe fêm dike – li ser pirsyareke min ragihand ku Amerîka, Îranê li Iraqê radiwestîne û behsa proseya pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê kir.
Ewropa:
- Serokê Fransayê jî li gel Serokê Amerîkayê hevnêrîn bû, dema min pirsî, ji min re got: “Tu rast dibêjî, divê em li rola kurdan a di şerê DAIŞ'ê de mikur werin.”
- Hemû wan diplomat û rayedarên ewropî ku vê hefteyê bi min re axivîn, derbarê kurdan de li ser xalekê hevnêrîn bûn: Em ji ber şerê DAIŞ'ê deydarê kurdan in.
Rusya:
- Rayedarekî payebilind ku destûra min tune ye ku nav û postê wî eşkere bikim, ji min re ragihand ku Putin bihêzbûna kurdan li Iraq û Sûriyê wekî gefekê nabîne.
Xeletiya kurdan:
Demeke dirêj e çalakiyên dîplomatîk û navdewletî yên Hikumeta Herêma Kurdistanê di asteke nizm de ye. Wekî nimûne; berî salekê şandeke fermî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê hebû ku beşdarî lûtkeya salane ya komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî dibû û çendîn civînên girîng pêk dianîn. Îsal yek nûner û rayedarê kurd beşdarî vê lûtkeya girîng nebû. Sedem jî tenê ew nîn e ku siyasetmedarên kurd ên hemû aliyan bi hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta Iraqê ve mijûl in. Sedemeke din heye ku zêdetir bi du nêrînên xelet ve peywendîdar e; yek ji wan ew e ku nûner û dîplomatên asta nizm a Amerîka û welatên rojavayî li Iraqê baştirîn rê ne da ku ew welat tiştek ji bo berjewendiya kurdan bikin. Nêrîna xelet a duyem jî ew e ku Îran bihêz e û garantiya gihîştina armancan e.
Eger tu xwe hinek dûr bixî ji nûçeyên şerê ala û şerê post ê bêwate yê niha, tu dê wêneya mezin bibînî. Amerîka û hevpeymanên kurdan, hêj wekî derfet û yekane emraz dibînin ji bo rûbirûbûna gefa terorê û hemû gefên din ên li Sûriye û Iraqê. Referandum û 16'ê Cotmehê û gotinên du dîplomatên asta nizm ên Amerîkayê li Iraqê, ew hevkêşe neguhertine. Bersivên Donald Trump û Emmanuel Macron ên ji bo pirsên min, vê yekê nîşan didin.
Îran di rewşeke gelek xerab de ye û ber bi xirabtirbûnê ve diçe. Meha Mijdarê, ne tenê Amerîka cezayê aborî zêdetir dixe ser Îranê ku wekî Trump got "dê di dîroka Amerîkayê de cezayên herî giran bibe". Her wiha wekî Wezîrê Derve yê Amerîkayê berî du rojan li ser pirsa min ragihand, Amerîka bala xwe dide ser rola Îranê ya li Iraqê. Ez dizanim îdareya Trump ev bû du sal gelek dibêjin û kêm pêk tînin li dijî Îranê. Lê belê vê carê cuda ye, ji rêkeftina atomî vekişiyane, ceza xistin ser Îranê. Nikki Haley û Mike Pompe vê hefteyê hewl dan, heta Çîn û Hindistanê jî ji berê kêmtir petrol ji Îranê bikirin.
Eger li pey post û armancên demkurt û bêwate bin, Qasim Suleymanî dê van mehek du mehan sûd bide we, lê eger armanca we serdestiya siyaseta demdirêj e, divê kurd lîstikeke gelek cuda bilîzin. Pêngava yekem jî divê Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî, cardin peywendiyên dîplomatîk çalak bike û vegere wê serdema ku Hewlêrê wekî paytexta dewletekê serederî dikir, ne wekî parêzgeheke Iraqê ku heta yek nûnerek jî neşandiye mezintirîn bûyera dîplomatîk a salane ya cîhanê.
27.09.2018, Rûdaw