Diyarname
Wênesazê kurd Ahmet Guneştekin her sal berhemek ji sala din mezintir, balkêştir amade dike. Vê carê bi navê "Odeya Bêmiriniyê" amade kiriye ku ji niha de bala qada hunerê li ser e. "Odeya Bêmiriniyê" di çarçoveya "Comtemporary Istanbul" de li pêşberî hunerhezan e.
Giraniya berhema ku Guneştekîn amade kiriye dor 30 tonî ye, bi hezaran serî û qiloç têde hatine bikaranîn. Piştî Stenbolê di serî de li New York û Londonê dê li gelek welatên din bê pêşkêşkirin.
13'emîn Comtemporary Istanbul li Navenda Kongre û Pêşangehê ya li Harbiyeya Stenbolê heta 23'yê mehê vekiriye.