Diyarname
Na em qala Rêberê Bolşevîkan Viladimin Îlyîç Lenîn û faşîstê Nazî Adolf Hîtler nakin. Em qala hilbijartina li Perûyê dikin ku di nav berendaman de Hîtler jî heye, Lenîn jî.
Mesele wisa çêbûye: Li bajarê Yungar ê Perûyê kesekî bi navê Hîtlekr Alba Sanchez ji bo şaredarî bûye berendam û li ser vê yekê kesekî bi navê Lenîn Vladimir Rodriges Valvarde serî li saziyên eleqedar daye û xwestiye berendamtiya Hîtler Alba Sanchez bê betalkirin.
Li ser vê yekê radyoya RPP ya ku li Perûyê weşanê nûçe amade kiriye. Lenîn dixwaze berendamtiya wî bê betalkirin.
Hîtler berendamê partiya rastgir a Perûyê ya bi navê "Em Perû ne" ye û diruşma wî jî wisa ye: "Bi leza serketinê em ber bi serketinê ve diçir, 7'ê Kewçêrê em hemû Perû ne." Ew li ser navê xwe wisa dibêje "Ji ber navê xwe berê ez rastî cudakariyan hatime, min xwest navê xwest biguherînim lê ji ber ku bavê min ev nav wekî egzotîk dîtiye li min kiriye û min jî ew neşikand. Nexwe bavê min nedizanî Hîtler çi ye."
Hîtler ji partiya xwe de di navbera salên 2011-2014'an li Yungan şaredarî kiribû.
Hilbijartina Perû roja 7'ê kewçêrê ye û 23.4 mîlyon kes dê deng bidin.