Diyarname
Hunermend Ayfer Duzdaş ku xwest ji bo albuma xwe ya nû "Ji Xoresanê heta Çorimê newayên kurdên elewî" li salona Şaredariya Avcilarê konserek li dar bixe lê şaredarî destûr neda.
Li gor gotina Duzdaş ku ji bo rojnameya Evrenselê axiviye mesele wisa çêbûye: Pêşî rû bi rû diçin hevdîtinê û dixwazin li Sehneya Yildiz Kenter a şaredariyê konserê li dar bixin. Di vê hevdîtinê de erênî nêzîk dibin û li ser vê yekê Duzdaş bi awayekî fermî serî li şaredariyê dide. Lê vê carê bi îdîaya "bername tije" ye destûr nedane. Duzdaş wisa gotiye: "Şaredariya Avcilarê ku ji xwe re dibêje demokrat lê ev kirina wan vala derket."
Duzdaş bibîr dixe ku jêre gotine "Em dixwazin tu li vir bî û em li te guhdarî bikin" û dibêie, "Min qet bawer nedikir dê bersiva nayê bidin."
Hunermend Duzdaş dibêje ku çawa heta niha me dest jê berneda ji niha û pêde jî emê xebatên xwe bidomînin û ligel gelê xwe bên ba hev.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Ayfer Duzdaş: Gelek stranên kurdî yên Argûvanê hene lê nayên zanîn
Û stranek ji albuma nû: