Diyarname
Hunermend Rewşan Çelîker li Tetwana Bedlîsê hatiye dinê, heta 13 saliya xwe li wir jiyaye, paşê dema derbasî Mêrsînê bûne li wê derê lîse xwendiye. Çelîker ji bo xwendina zanîngehê çûye Enqereyê û li wir Beşa Rêberî û Şêwirmendiya Psîkolojiyê xwendiye; piştî vê hatiye Stenbolê û li Hunerên Bedew a Peraya Stenbolê li ser keman-viyolînê dersa muzîk û armonî girtiye. Çelîker herî dawî di sala 2017'an de Lîsansa bilind a Lîstikvanî li Zanîngeha Bahçeşehîr temam kir.
Hunermend Çeliker di reşemiya 2018'an de bi navê "Ay Lê Wesê" albumek derxist. Berî derxistina albumê ev strana ku navê xwe daye albumê jî wekî klîb li ser Youtube belav kir û gelek eleqe dît. Heta niha nêzî 2 mîlyon kesî li vê stranê guhdarî û temaşe kiriye.
Di albuma "Ay Lê Wesê" de 5 jê bi kurdî 3 ermenckî 8 stran hene. Sînê, Selîmo Lawo, Lo Berde, Aw Lê Wesê, Ximximê To Rê Vana yên bi kurdî, Nubar, Sari Sirun Yar û Oror yên bi ermenkî ne. Ji nav albumê em "Ay Lê Wesê" wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Fermo: