Diyarname
Rejima Îranê îro sê ciwanên kurd îdam kirin. Ramîn Huseyîn Penahî ku ev demek dirêj bû dewletê dixwest îdam bike û raya giştî jî dij derdiket heta îro hat lê îro Penahî hat îdamkirin. Birê Penahî ragihandiye ku Ramîn îro li Girtîgeha Ramînşar hatiye îdamkirin.
Herî dawî rejima Îranê 4'ê vê mehê xwestibû Penahî îdam bike lê li ser bertekan sekinî bû ku ev duyemîn car bû înfaz hatibû rawestandin.
Her wiha du ciwanên din ên kurd Zanyar Mûradî û biraziyê wî Loqman Mûradî li heman girtîgehê hatine îdamkirin. Zanyanr û Loqman Mûradî ev çend sal bûn girtîbûn û cezayê Îdamê li wan hatibû birîn îro ligel Penahî hatin îdamkirin.