Diyarname
Tîmên kurdan ên fûtbolê li Tirkiyeyê piranî di Lîga 2'yemîn û Lîgên 3'yemîn de ne. Îro maçên wan dest pê dikin. Her sal berî lîgê ji bo ka di kîjan komê de cih bigirin pişke tê kişandin û kom diyar dibin. Di Lîga 2'yem de Koma Sor û Koma Spî du kom hene. Di Lîga 3'yemîn de jî Koma 1'em, 2'yem û 3'yem sê kom hene. Me komên wan, maçên ku dê bilîzin dan hev.
Amed Spor
Bêyî bajar, bêyî welat li ku derê kurd hebin Amed Spor wekî tîma ber dilê wan cih girtiye. Amed Spor di Lîga 2'yemîn Koma Spî de cih digire. Maça yekem îro li Behra Reş ligel Samsun Sporê dilîze.
Şanliurfa Spor
Tîma Rihayê bi navê Şanliurfa Spor di Lîga 2'yemîn Koma Sor de dilîze. Ew îro li mala xwe Fethiyesporê dike mêvan
Batman Petrol di Koma 1'em de ye
Di Lîga 3'yem Koma 1'em de ji tîmên kurdan Batman Petrol Spor heye. Ew îro Karbel Karakopru Belediye dike mêvan.
Wan Belediye di Koma 2'yem de ye
Di Lîga 3'yem Koma 2'yem de her çiqas rêveberiya hinan xwe kurd nehesibînin jî çend tîmên bajarên kurdan hene. Ya herî zêde kurdewar dîma Wan Belediye Spor e. Ji bilî wê Adimayan 1954 Spor, Elezîz Belediye Spor hene.
Van Belediye li mala xwe Karşiyaka Spor, Adiyaman 1954 tîma Esenler Eroksor û Elazîz Belediye Spor jî tîma Kemerspor 2003 dike mêvan.
Li Koma 3'yem Diyarbekir û Cîzre hene
Di Lîga 3'yemîn Koma 3'yemîn du tîmên muhîm ên kurdan hene. Yek ji wan Diyarbekir A.Ş Spor û ya din jî Cîzre Spor e. Di maçên yekemîn ên îro de Diyarbekir dê tîma Golcuksporê, Cîzre Spor jî dê tîma Payas Sporê bike mêvan.
**
Lîgan îro dest pê kir, maç hatin lîstin. Di daqiya 90 deqîqeyên maçan de ev encam derket holê:
- Samsur - Amed: 1-0
- Şanliurfa - Fethiyespor: 2-1
- Batman Petrol - Karbel Karakopru Belediye: 1-1
- Wan Belediye - Karşiyaka: 0-0
- Adimayan 1954 - Esenler Erokspor: 1-0
- Elazîz Belediye - Kemerspor 2003: 0-2
- Diyarbekir A.Ş - Golcuk: 2-1
- Cîzre - Payas: 2-1
(ev agahî piştre li nûçeyê hatiye zêdekirin)
***
REKLAM
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156
Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon: 0212 -6266455