logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Hecî Şerîfa

Me got em seriyekî bidin dostên xwe yên qedîm. Ew çûbûn aliyê din, zaroyên wan mabûn. Me silav da Brahîmê Corc..

  • Dîrok: 29/08/2018
  • Beş: Serbest

Feratê DENGIZÎ

Me got em seriyekî bidin dostên xwe yên qedîm.
Ew çûbûn aliyê din, zaroyên wan mabûn. Me silav da Brahîmê Corc..

Mêrdînê xweş Mêrdînê, şişik kebabên wê, soqilbeqer û zêrkerên wê qedîm, qedirnas, cansivik, devlikên û xwedî hewayek nenas, ango mîtolojîk, nostaljîk û bêhderîn in. Tew bêhna qehwê, de ka bisekinin. Dizanim min pir dirêj kir. Lê va mesele ev e.

Em li dikana dostên qedîm ê suryanî rûniştibûn û me qehweya xwe ya Mêrdînî hêdî hêdî vedixwar û pişta gotinê dişikand. Extiyarekî ket hindur û silav da û yekser got;
- Ka Brahîm?
- Were keremke Brahîm ez im.
- Na lo. Ma ev der dikana Brahîm e?
- Were Hecî, ma te ez nasnekirim?
- Brahîm tu yî, ma lawo ne hiş maye, ne jî çav dibînin…
 …… ……
Piştî xêrdan, xweşbêş û halpirsînê em li sohbeta wan guhdar in û awirên min wisa li ser Hecî ne. Bala hevala min jî li ser e. Dixwaze tiştinan jê bipirse, min çav lê şikênand û ew sekinand ku rewşa xwezayî ya hestewariya wan xera nebe.
 Derdora 85-90 salî, çav hûrik bûne û tev şîlaq. Bejnkurt ê piştkubik. Kum li serî, rîh zêde nedirêj, lê simbelê sor ê qermiçî derheqê xortaniya wî de îşaretna dide. Bêvil wekî nikulê qertel ê xwar. Qermuçikên rû, bi ser hev de badayî, wekî rêza qalikên daran îşaretên temen in. Dest ji qeşartina gûzan reşqermiçî. Awirên wî, bavo awirên wî…
- Ka Hecî Ehmed derdê te çi ye? Halê te çawa ye?
- Ma wê hal çawa be lawo? Hecî Şerîfa çû, ez wilo hiştim…
Yekser hêstir ji çav bariyan, wekî barana biharê û çav wisa li nixteyekê dinêrin. Çend deqîqe bêaxaftin… Brahîm da ser, li ber dila da.
- Mirin emrê Xwedê ye.
- Tu dizanî bêkes im…
Û sîng hilkişiya û daket bi keser, wisa melûl, stûxwar…
 …… ……
Paşê em ê fêm bikin ku bêkes e, Hecî Ehmed. Hevsera wî Hecî Şerîfa jî çûye ser dilovaniya xwe. Dema ku diçûn Heca Pîroz, bi hev re pereyên xwe tev disipartin Brahîm,yanî yekî xiristiyan, xaçperest ango “file…” De were, îja jî hatina xwe ya sala îsal, gûz pir bi bereket bûn, hatina wî pereyekî zêde(!) danî cem û lê zêde kir;
- Ku ez bimrim tu yê vî pereyi bidî Camiya Mezin kirîv, bila ji camiyê re xerc bikin.
- Em li camiyan tev, li gişkan bi wekhevî parve bikin, digot kirîvê Brahîm…
Û xweşsohbetê bi îskeîska Hecî Ehmed didomand;
- Aax… Hecî Şerîfa… Çima tu çûyî… Te ez bi tenê hiştim..!
Mêrdîn, Kirîvê Brahîm, xaçperest, sûryanî, Hecî Ehmedê misilman, kurd, dostanî, bawerî û di vê sala ku xwîn dibarê li Rojhilata Navîn, xwîna li ser navê ol û nîjadê…
Mêrdîn, tu qedîm î, Hecî Şerîfa, Hecî Ehmed, Brahîmê Corc… hûn pîroz in, pîrozên mirovahiyê…

Aaxx.. Hecî Şerîfa, ax!

28.09.2017 / Mêrdîn În

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji belgefîlman notên ji bo kurdan

ad

Festîvala Fîlm û Muzîkê li dar dikeve

ad

Hunermend Kahtali Miçê mir

ad

Sempozyûma Hunera Şêwekariyê dest pê kir

ad

Ji Beşîkçî mînaka Bangladeş û Pakistanê

ad

Der barê Baydemîr de lêpirsîn dan dest pê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname