logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Projeya Wergerê ya 1001 Pirtûkan

Weşanên Lîsê ku berê jî ji wêjeya cîhanê pirtûk wergerandibûn kurdî û weşandibûn niha dest bi projeyeke din kiriye. Navê

  • Dîrok: 28/08/2018
  • Beş: Serbest

Diyarname

Weşanên Lîsê ku berê jî ji wêjeya cîhanê pirtûk wergerandibûn kurdî û weşandibûn niha dest bi projeyeke din kiriye. Navê “Cervanhtes, Projeya Wergerê 1001 Pirtûk” lê kirine. Li ser vê Weşanên Lîsê daxuyaniyek belav kir. Ji ber girîngiya projeyê em daxuyaniya weşanxaneyê diweşînin:

***

Cervantes 

Projeya Wergerê

1001 Pirtûk

“Nivîskar wêjeya neteweyî diafirînin lê wergêr wêjeya navneteweyî diafirînin.”

Jose Saramago

Werger amûreke sereke ya hevnasîna çand û nasnameyan e û neynikeke paqij a rengvedana mîrata mirovî ya gelan e, ji ber vê sedemê, her dem werger bûye penageha xurtkirin, rûniştandin û dewlemendkirina ziman, çand û wêjeyê.

Her çendî zimanê Kurdî zimanekî dêrîn, zengîn û xwedî zargotineke têrûtijî û pirreng e jî, lê pirtûkxaneya Kurdî di her warî de derdê xizanî û qelsîyeke dijwar dikişîne. Ev xizanî bandoreke neyînî û xerab li pêvajoya standardkirin, bipêşvebirin û rûniştandina zimanê Kurdî dike û zîyanê digihîne derfetên avakirina wêjeyeke Kurdî ya nûjen û cîhanî, ji ber ku berbelavkirina wêjeya miletekî û danîna hîmê çand û wêjeyeke pêşketî xwe dispêre sûdwergirtina ji hêçanên çandên cihêreng û dan û standina çandî û wêjeyî. 

Ji sala 2004’an a damezirandina Weşanxaneya Lîsê ve, her dem wergera ji zimanên cihêreng ên cîhanê bûye derdê sereke yê Lîsê, çi ku bawerî û hizira Lîsê ew e ku tenê wergera bikêrhatî dikare pêşengîya wêjeya Kurdî bike û stûna bipêşvebirina zimanê Kurdî rake. 

Li ser bingeha vê têgihaştinê, Weşanxaneya Lîsê dest bi Projeya Cervantesê ya Wergerê dike. Armanca projeyê ew e ku 1001 pirtûkê ji zimanên cîhanê wergerîne zimanê Kurdî, raberî xwînerên Kurdîyê bike û bike malê zimanê me yê şîrîn.

Peyama Projeya Cervantesê ya Wergerê

Ev proje bi destpêşxerî û alîkarîya hin nivîskar, wergêr û xebatkarên xwebexş ên ziman û wêjeya Kurdî hatiye destpêkirin û hêvî ew e ku gav bi gav gelek wergêr û hezkerên zimanê Kurdî li xwe bigire, ji ber vê yekê, peyama Cervantesê ji bo raya giştî, nivîskarên cîhanê û wergêrên Kurdîyê heye.

Cervantes ji raya giştî, xwîner, sazî û dezgehên Kurdî û cîhanî hêvî dike ku bi her rengî destekekê bidin vê projeyê. Ev proje mîna zarokeke çûçikanok e û pêdivîya wê bi alîkarîya darayî (madî) û arişî (manewî) heye, îcar hêvî ew e ku her kes xwedî li vê projeyê derkeve da ku ev proje dergeh li pêş dewlemendkirina zimanê Kurdî veke û çavên her kesî bibe ser girîngîya xwedîderketina li ziman û çanda gelê Kurd. 

Cervantes her weha ji nivîskarên cîhanî hêvî dike ku wergirtina mafên danîna berheman hêsan bikin û li pêş bipêşvebirina tevgera wergera bo zimanê Kurdî nebin kelem da ku Kurdî bi hemû zimanên cîhanê bixwîne û Kurd karibin çandên cuda cuda yên cîhanê bi zimanê bav û kalên xwe bixwînin.

Cervantes her dawî ji hemû wergêr, hezker û xebatkarên Kurdîyê hêvî dike ku bi ked û hevkarî ji boyî vê projeyê bixebitin û zimanê Kurdî ji dafika xwedubarekirin û asêkirinê rizgar bikin da ku Kurdî karibe xwe li meydanên celeb celeb biceribîne û zengînî û rewanbêjîya zimanê Kurdî di rêya werger û jinûveafirandinê derkeve holê û Kurdî hino hino ber bi asta cîhanî ve biçe. Daxwaza me ew e ku hemû wergêr û xebatkarên Kurdîyê dest biavêjin pênivîsên xwe û dest bi wergera ji hemû çand û wêjeyên cihêreng bikin û destekekê bidin Projeya Cervantesê ji boyî ku em vê xebatê bi hev re bibin serî.

Ji ber ku Kurdî nasname ye, ji ber ku Kurdî mîrateke neteweyî û mirovî ya hêja ye, ji ber ku Kurdî kulîlkeke bi hilm û bêhn a vê gulistana çandan e; werin em xwedî li kulîlka xwe derkevin û axa wê ava bidin.

Gerînendetîya Weşanxaneya Lîsê

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Mala Çîrokbêjan' hat vekirin

ad

Dosyaya "kovargeriya kurdî" ya W'yê

ad

Seroka IMF'ê: Ji sisêyan yekê aboriya dinyayê dê bikeve resesyonê

ad

Google înterneta bêsansur îcat kir!

ad

Di şewata li Qamişloyê de 23 kes mirin

ad

Çevîk: Bila kurd tifaqa xwe çêbikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname