Diyarname
Fîlmê derhêner Nuri Bilge Ceylan ê nû "Ahlat Agaci" ji aliyê Midûriyeta Sînam, Turîzm û Çandê ya Tirkiyeyê ve ji bo Oscarê wekî berendam nîşan da.
Di Xelatên Oscarê de beşek heye ku xelatê dide Di Beşa Fîlmê Biyanî De Fîlmê Herî Serketî. Ji bo vê beşê her welat ji nav xwe fîlmekî dişîne ber destên amadekaran. Ew jî ji nav van 5 heban wekî berendamên esil diyar dikin. Tirkiyeyê ji bo vê li ser navê xwe Ahlat Agaci şand.
Komîsyona Çalakiyan a Hunerî ya girêdayî wezaretê 12 fîlm nirxandine û ji nav van fîlmê Nuri Bilge Ceylan hilbijartiye.