Diyarname
Stranbêja bi navê Aretha Franklin ku wekî qralîçeya muzîka soul dihat nasîn di 76 saliya xwe de li mala xwe wefat kir.
Aretha Franklin di 15'ê adara 1942'yan de hatiye dinê. Li dêra ku bavê wê lê keşe bû stran gotin û bi vî awayî dest bi muzîkê kir. Hê di 18 saliya xwe de ligel kompaniya plakan Columbia peyman girê da. Piştî vê bi 7 salan vê carê di sala 1967'an de ligel kompaniya Atlantîs li hev kir û li wê derê bi stranên "A Natural Woman" û "Respect"ê li dinyayê hat nasîn.
Franklin ew kes e ku wekî hunermendek herî zêde stranên wê ketine nava lîsteya muzîkê ya Bilboardê. Bi ser 20'î re stranên wê di lîsteyê de di rêza yekemîn de cih girtin.
Ew xwedî 18 Xelatên Grammy ye ku yek tiştek gelek muhîm e.
Franklina ku xwedî 25 plakên zêrîn e di 24'ê reşemiya 1967'an de ji destê Martin Luther King xelata "Southern Christian Leadership" girtibû.
Her wiha ew bi firotina 75 mîlyon heb albuman di nav yek ji hunermendên herî zêde albumên wê hatine firotin de jî cih digire.
Ew ne tenê bi stran, bi albumên xwe, bi fikrên xwe jî li dinyayê ketibû rojevê û deng dabû. Ji bo wekheviyê, ji bo mafê reşikan gelek ked da, her fikrên xwe anî ziman.
Hunermenda ku tenduristiya wê ber bi xirabiyê ve diçû par di meha reşemiyê de ragihandibû ku dest ji muzîkê berdaye. Berî vê gavê herî dawî di şeva piştgiriya ji bo Weqfa Elton John Aidsê de derketibû ser dikê.
Malbata wê vê hefteyê ragihandibû ku rewşa wê ne baş e û îro wê xatir xwest.