Diyarname
Nivîskarê îngilîz ê xwediyê Xelata Nobelê Vidiadhar Surajprasad Naipaul di 85 saliya xwe de wefat kir.
Vidiadhar Surajprasad Naipaul di 17'ê gelawêja 1932'yan de li Trînîdadê (li Karayîbê welatek e wekîe "Trînîdad û Tobago" tê nasîn, wê demê ev girav di bin dagirkeriya Brîtanyayê de bû) ji malbatek bi eslê xwe hindî hatiye dinê. Di sala 1950'î de bi bursê tê Îngilistanê û li Zanîngeha Oksfordê Ziman û Wêijeya Îngilîz dixwîne. Di sala 1954'an de yekem pirtûka xwe nivîsî. Paşê di Radyoya BBC Beşa Cîhanê de dest bi kar kir. Di sala 1960'î de derket rêwîtiya derveyî Îngilistanê û bi cureyên gerê nivîs nivîsîn
Surajprasad di sala 1957'an de bi "The Mystical Masseur" xelata John Lewelly girt. Paşê wî gelek xelatên din girtin. Di nav van de yên muhîm di sala 1971'ê de Xelata Booker, di sala 2001'ê de jî Xelata Nobelê ya Wêjeyê girt.
Malbata wî ragihand ku êvara 11'ê mehê li mala xwe wefat kiriye.
Wî ji bo Hindistanê gotibû "Civakek kole" ji bo Afrîkayê jî "yên ku pêşeroja wan nîn e" gotibû û di gotarên xwe de hindî û afrîkayî biçûk, bêkêr nîşan dabûn. Li ser vê yekê rexnegirekî îngilîz Terry Eagleton ji bo wî wisa gotibû: "Hunera wî mikemel e, lê siyaseta wî xirab e."