Diyarname
Derket holê ku lîstikvana şanoyê Hrisa Spilioti jî di şewata ku li Atînayê çêbû de miriye.
Li li Pentell û Rafîna ku nêtî Atînaya Yewnanistanê ne şewatem mezin derketibû. Her ku diçe rewşa giran zelaltir dike. Niha derket holê ku 91 kes di encamê de mirine. Derketibû holê ku arşîva derhênerê yewnanî Theo Angelopoulos jî di şewatê de bûye xelî. Niha jî derket holê ku lîstikvanek jî di nav şewatê de miriye. Lîstikvana bi navê Hrisa Spilioti di şewatê de miriye. Di encama DNA'yê de diyar bû ku ew û mêrê xwe Dimitris Tounavitis mirine.
Şahidan gotiye ku Hrisa Spilioti herî dawî li bêndera herêma Kokkino hatiye dîtin, dema wê şewat dîtiye ji bo li mêrê xwe bigere tiştên xwe li wir hiştine û vegeriyaye Matî û di vê demê de miriye.
**
Nûçeyên Eleqedar: