Zekî Ozmen*
Fadilê Cizîrî payîzokbêjê herêma Botanê yê efsanewî ye, lê belê piraniya kurdên herêmên din ne navê wî bihîstine û ne jî li dengê wî yê bi heybet guhdarî kirine.
Tê bîra min, dema berhema wî ya “nîv-fermî” di dawiya salên 80’an de derket, li nava gund ji teyipan dengê wî dihat û li çolê jî gelek kesan an bi dengekî bilind an jî bi dengekî nimz payîzokên wî dinimandin.
Ev berhama wî ya payîzokan ya bê enstrument hê jî di mal û otomobîlên piraniya botaniyên li welêt û yên li derveyî welêt dijîn de miheqeq peyda dibe. Tişta herî balkêş jî ew e ku ev berhema wî ya payîzokên mîna “Xemik talan e”, “Hoste Hene”, “Aso” û hwd. di nava xwe de dihewîne, îro jî mîna 20 sal berê tê guhdarîkirin û hezkirin.
Di dawiya salên 80’an de ez hê zarok bûm û min jî wekî gelek kesên din lê belê navsere li payîzokên Fadilê Cizîrî ango Fado (navê wî yê ku di nava gel de tê bilêvkirin) guhdarî dikir. Digel ew payîzokên wî bê enstrumental in jî, min ji melodiya dengê wî hez dikir. Ji xwe heya van salên dawî jî min tiştek ji gotinên wî fêm nedikir û tişta ez dikişandim xwe, ew dengê wî yê bêhempa bû. Piştî ez ji gotinên wî jî têgihîştim, min êdî ji xwe re ji bilî dengê wî, gotinên wî yên tije xweza, tije wêje û tije “romantîzma kurdî ya xwezayî” kifş kir.
Dema ez niha difikirim ka min çawa kariye di temenekî biçûk de li payîzokan guhdarî bikim, ez ji xwe re tenê du sedeman dibînim. Ya yekemîn belkî botanîbûna min û ya duyemîn jî dengê wî yê nehînî yê bêhempa bû.
Belê, ew kaseta Fado di nava botaniyan de kevin nebûye û îro jî mîna salên destpêkê jê tê hezkirin û guhdarîkirin. Min bi xwe belkî ew kaset di sedan mal an jî di otomobîlên botaniyan de dîtiye lê belê tişta ecêb ew e ku ez heya niha liqayî kaseteke orjînal nehatime û yên min dîtî hemû kopî ne. Ev jî tê wê wateyê ku Fado nanek ji wê kasêta wisa tê hezkirin nexwariye.
Ji min re herdem li ser “Bavê Payîzokan”, yanî Fadilê Cizîrê du tişt meraq bûn. Ya yekemîn ew bû ka ew çima qet derneket festîval, konser û bernameyên televîzyonan (ji ber ez gelek caran pê hesiyam ku gelek caran daxwaz jê re ji bo konser û tv´yan çûne û hatiye vexwandin) û ya duyemîn jî serpêhatiya derxistina wê kaseta wî bû.
Min bersiva pirsa xwe ya yekemîn ji dost û nasên ku têkiliya wan bi Fado re heye stand û bi hêvî me ku rojekî ku bibe nesîb, ez bi xwe bikaribim bersiva pirsa xwe ya duyemîn ji devê wî guhdarî bikim.
Ez naxwazim behsa sedemên derneketina wî ya çalakiyên hunerî û tv´yan bikim, ji ber ez wî mafî bi xwe re nabînim ku tiştên taybet hatina gotin bi riya vê nivîsê belav bikim lê belê cihê mixabinî ye ku ev dengê bi heybet “herêmî” ma.
Tê gotin ku dengê Fado van salên dawî ji ber nexweşiyeke qirikê piçekî li gora berê ketiye. Dengê Fado ango Fadilê Cizîrî piçekî ketibe an neketibe, ew li Botanê efsane ye û divê ev dengê bêhempa ne tenê li Botanê lê belê li seranserî welêt bê bihîstin.
**
Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîsa Zekî Ozmen di roja 10. 12. 2007 'an de di Diyarnameyê de hatiye weşandin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Dengbêj Fadilê Cizîrî wefat kir