Diyarname
Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrî ku ev çend sal bûn bi nexweşiya parkînsonê ketibû îro wefat kir.
Dengbêjê Cizîrê, dengbêjê payîzakan, kesê payîzok bi kurdan dan hez kirin, dengê xwediyê payîzoka "Heyran Jaro" Fadilê Cizîrî îro li Batmanê xatir xwest.
Dengbêj Seyîd Fadil Cizîrî di sala 1962’an de li gundê Seletûnê yê Silopiya ji dayîk bûye. Dayika Seyîd Fadil Cizîrî, Sêvê jî dengbêj bûye û dengbêj Fadil bi kilamên dayika xwe mezin bûye. Dengbêj Fadil di temenê xwe yê biçûk de eleqeyeke zêde nîşanî stranên dengbêjiyê dide û her strana ku ji dayîka xwe dibihîze ji ber dike.
Cizîrî di 14 saliya xwe de dest bi strîna kilaman dike û piştî vê yekê li herêma Botan, Serhedê gelek deverên başûrê Kurdistanê digere û di dîwanên şevbêrkên dengbêjan de cih digire, dengê xwe pêşkêşî gel dike. Seyîd Fadilê Cizîrî di dîwanên dengbêjên Botanê de jî bi şevan heya serê sibê dengbêjiyê dike.
Cizîrê li herêma Botanê zêdetir bi kilama ‘Heyran Jaro’, hat naskirin û gelek kes bi vê stranê Cizîrê bi bîr tînin. Cizîrî 7 sal berê bi nexweşiya parkînsonê dikeve, car caran baş dibe lê îro êdî nekarî ber xwe bide û xatir xwest..
Cezaneyê Fadilê Cizîrî îro li Goristana Cizêrê hat veşartin. Her wiha ji sibê de heta 3 rojan li Mehla Cudî taziye dê deynin.
**
Nivîseke li ser Cizîrî:
- 'Bavê Payîzokan' Fadilê Cizîrî