Diyarname
Welatê Kûpayê Zagona Bingehîn a nû ku amade kiribû pêşkêşî parlemenê kir û parlemenê ev zagon pejirand. Zagona ku ji 224 xalan pêk tê peyva "komunîzm" jê hat derxistin.
Zagona Bingehîn a Kubayê di sala 1976'an de hatibû çêkirin û têde xala "Sazkirina civaka komunîst" hebû ku di vê zagona niha de ev xal nehat bi cih kirin.
Vane çend xalên nû ji vê zagonê:
- Desthilatdarî di navbera serokdewlet û serokwezîr de tê parvekirin.
- Dîwan0a Serokwezîrî ji nû ve tê sazkirin.
- Milkê taybet ê serbest e, yên bikarin dê bibin xwediyê milkê taybet.
13'yê meha gelawêjê roja bûyîna Rêberê Kûbayê Fidel Castro ku ew di sala 2016'an de miribû. Ev zagona niha ji aliyê parlemenê ve hatiye qebûlkirin dê ji 13'yê meha gelawêjê heta 15'ê sermawezê li nav gel bê nîqaşkirin û paşê ji bo referandûmê pêşkêşî gel bikin.
Serokdewletê Kubayê Miguel Diaz-Canel piştî dengdana ji bo zagonê got: "Reforma Zagona Bingehîn dê hêzê tevî li yekîtî û şoreşa Kubayê bike."