Aldar Xelîl
Hê jî hizirîna yekalî di hişê hin aliyên rikberiyê (opozîsyonê) û hevalbendên wan û di hişê rêjîmê û yên xwe dispêrin wê di pêkanîna xwedêgravî guherînê li Sûriyeyê de; heye. Bêguman necidiyet û bêpirsyarî di kar de li gorî biryara bi dawîkirina tundiyê û ber bi mîsogeriyên Sûriyeke nû û demokratîk; ew e astenga mezin li pêşiya tewşiya helwestan. Li Sûriyeyê arîşeyek bingehîn heye ew sedema wêrana Sûriyeyê ye, hêjî hin kes wê arîşeya diparêzin –rêjîm- û hin kes jî dixwazin ji rêjîmê birevînin û bi awayekî din pêk bînin – rikberî- ev arîşe jî naveroka wê wisa ye: serwera tekane, dûrxistin û mandele (înkar e) lê di çavên wan ew hemû çareserî ne ji bo aramiya Sûriyeyê!.
Mijar, vehûnandina destûreke nû li Sûriyeyê di destê hemû aliyan de ye, êdî gelek hêz hewl didin ku teşeya vê vehûnandinê piştevaniya teoriyeya dûrxistinê, ya ku me behsa wê kir, bikin. Ew behsa destûreke ji bo Sûriyeyê dikin û dixwazin bi awayekî dûrxistina aliyekî Sûriyeyê bikin ango ev destûr ne li gorî pêwîstiyên sûriyeyiyan be, dema em mijara destûreke nû tînin ziman ev tê wateya ku destûreke bûyer û guherînên Sûriyeyê wekî defaktoya pêwîst dibînin ku were çespandin. Çimkî ew bingeha aramiyê ye û ji van bingehan ev e: rol, hebûn û bandora û keda pêkhateyên bakurê Sûryeyê ye.
Ev pêkhate di rêya beşdarbûna xwe de, rengekî hemdemî vedide her wiha dibe awêneya pirengiya civaka Sûriyeyê û veguherîna wê ji rewşa aloziyê ta qonaxeke din têkildarî pirengiyê û demokrasiyê ve. Lê belê dixuye ku xwediyên hişmendiyê dûrxistinê – xala hevbeş- di navbera rêjîm û rikberiyê de dîsa hewl didin ku komployekê pêk bînin li dijî hêviya pêkanîna pêngaveke cureyî ber bi çareseriya li Sûriyeyê di riya beşdarbûna pêkhateyên bakurê Sûriyeyê de. Êdî ew dixwazin pêşî li vê yekê bigirin mîna carên berê di kongreyan û qonaxên danûstandinê de ku di encama wê de –dûrxistina bakurê Sûriyeyê– hebû. Heta niha encamên heyî rewş aloztir kir.
Ne tenê dûrxistinê dixwazin, hewl didin ku rola dîrokî û neteweyî ya bakurê Sûriyeyê di çareseriyê de; mandelê bikin. Dixwazin du tewereyan ji bo danûstandina nivîsandina destûreke nû; biafirînîn rikberî û rêjîm. Lê dixwazin bakurê Sûriyeyê ji derveyî çarçoveya gengeşeyê bihêlin di riya hiştina pirsgirêkê tenê di navbera bakur û rêjîmê de êdî wisa çareserî ber bi riyeke din ve diçe. Tiştê ku dikin îro dikin nexasim derbarê gotegotan û belavkirina nûçeyên derewîn ên têkildarî danûstandinên di navbera bakurê Sûriyeyê û rejîmê de û lihevkirina li ser hin mijaran ev hemû dikeve çarçoveya dûrkirina gelê me ji mijara destûrê da. Ku ew bi tena xwe ve li gorî va vaca (metiq) berdewamiya rewşa aloziya Sûriye – rejîm- beriya zêdeyî 40 salî ve her wiha berdewamiya hişmendî û vaca ku aloziyê kûrtir dike –rikberî-.
Em wekî gelê Rojava û bakurê Sûriyeyê, di bin sîwana hebûna me û çespandina rola me di riya rêveberiya nêzî ji sedî 30 ji rûbera Sûriyeyê, em dibînin ku destûra tê vehûnandin dê ne li gorî pêwîstiya gelê Sûriyeyê be bêyî beşdarbûna gelê me. Di rewşa dûrxistina me de; Em nikarin behsa çareseriyê bikin, em nikarin biçin ber bi guherînê ve bêyî gelê me. Temambûna destûrê pêwîst e bi beşdariya hemû gelê Sûriyeyê be. Axaftina li ser destûreke ku encama wê pirengî û demokrasî be divê em hebûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê piştguh nekin. Nayê fêmkirin ku em tên tawankirin bi tawana cudabûnê û ji hêlekê din ve behsa danûstandin û lihevkirina di navbera me û rêjîmê de dikin. Ji aliyekî dixwazin rejîmê beşdarî vehûnandina destûra nû bikin, madem ku aliyek heye ku pêwîst e danûstandin ligel wan hebe êdî çawa dûrxistina wan gengaz e. Danûstandin tê wateya lêgerîna çareseriyê, êdî çima naxwazin çareserî destûrî be?.
Beşdariya Bakurê Sûriyeyê mîsogeriya teqez e ber bi danîna bingehên civaka demokratîk a dirust, teqezbûna bidawîbûna serdema rabirdû, pêşketina reaksiyona rewşa veguherînê li Sûriyeyê dike, peyameke ku Sûriye bûye ya hemûyan, ne di bin serweriya kes, partî yan hişmendiyekê ye. Tevî van hemûyan jî beşdarkirina hemû gelên Sûriyeyê bêyî netêbûnê dibe derbirîna rasteqînî ya giyanê neteweyî û berpirsyariyê.
15 Tîrmeh 2018, E-rojname.com