Diyarname
Îro du maçên dawî yên Dora 16'an ên Kûpaya Cîhanê ya 2018'an hatin lîstin Di maça yekemîn de Swêdê Swîsre bi gola Forsberg (dq 66) têk bir û derbasê çarîk fînalê bû.
Di maça din de Îngilistan û Kolombiya hatin hemberî hev. Di deqîqeya 57'an de Kane ji penaltiyê tîma xwe derxist pêş. Kolombiyayê di 90+3 bi Mina bersiv da û bi 1-1'ê maç derbasî dema zêdek bû. Di vê kêliyê de jî encam neguherî û derbasî avêtina penaltiyan bûn. Di penaltiyan de Îngilistanê Kolombiya têk bir û derbasî çarîk fînalê bû.
Swêd û Îngilistan di çarîk fînalê de bûn reqîbên hev.
Vane hemû tîmên derbasî çarîk fînalê bûn
Bi vê maçên Dora 16'an temam bûn, hemû tîmên ku derbasî çarîk fînalê bûn û bûn reqîbên hev diyar bûn. Ûrûgûay, Fransa, Brezîlya, Belçîka, Swêd, ÎNgilistan, Rusya, Hirvatistan derbasî çarîk fînalê bûn. Tîm bi vî rengî bûn reqîbên hev û dê bi hev re bilîzin:
6 Tîrmeh, În
17:00, Ûrûgûay - Fransa
21:00, Brezîlya - Belçîka
7 Tîrmeh, Şemî
17:00 Swêd - Îngilistan
21:00 Rusya - Hirvatistan