NAVENDA NÛÇEYAN
Kovara Zarema ku 4 sal bûn li bakurê Kurdistanê ji 4 mehan carekê dihat weşandin, biryar da ku êdî neyê çapkirin û dê weşana xwe li ser înternetê bidomîne. Kovara Zarema kovareke fikrî bû ku bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî dihat weşandin û bi 13 hejmaran derket.
Têkîldarî mijarê xwedî û edîtora kovarê Fahriye Adsoy ji rojnameya me re axivî û sedema çapnekirina koavarê eşkere kir. Adsoy diyar kir ku ji ber eleqeya kêm a siyaseta kurd a bakurê Kurdistanê ya li hemberî zimanê kurdî kovara wan rastî eleqeya ku xwestine nehatiye û neçar mane ku çapkirina kovara xwe rawestînin.
Adsoy ji ber helwesta wan a li hemberî zimanê kurdî rexne li siyasetmedarên kurd kir. Adsoy ji siyasetmedarên ku xwest ku zimanê kurdî paşguh nekin û ji bo pêşxistin, xwendin û axaftina zimanê kurdî tiştê ku ji destê wan bê bikin û xwedî li berhemên wêjeya zimanê kurdî derkevin.
Adsoy di berdewamê de derbarê weşana wan a li ser înternetê jî axivî û destnîşan kir ku bi awayekî rojane dê weşana xwe bidomînin û gotarên fikrî li ser malpera xwe biweşînin. Adsoy herî dawî da zanîn ku dê wekî berê weşana xwe bi zaravayên kurdî kurmancî, kirmanckî û soranî bidomînin.
Ji E-rojname hatiye girtin