Cemil Oguz
Ev Kûpaya Cîhanê ya 2018'an bi surprîzan didome. Piştî serketiyê Kûpaya Cîhanê ya 2014'an Almanya têk çû û xatir xwest vê carê fînalîstê heman kûpayê, reqîbê Almanyaya wê demê Arjantîn têk çû. Arjantînê ku ev 30 sal bûn bi hesreta kûpayê bû, lîstikvanê wê Messiyê ku dûajoyê Maradona bû dê vê carê berê çerxê biguheranda yan na? Lê li aliyê din Fransaya ku ev 20 sal bû hesreta vê kûpayê bû hebû.
Belê di maça Dora 16'an de ev Arjantîn û ev Fransa hatin hemberî hev. Tam 7 gol hebûn. Temaşevanan li yek ji maça herî xweş a vê tûrnûvayê temaşe kirin. Lîstik hebû, êrîş hebûn û helbet gol hebûn. Di deqîqeya 13'yan de Fransayê bi penaltiya ku Griezman veguhart golê bi 1-0 derket pêş. Arjantînê dest jê ber nedida û di deqîqeya 41'ê de Di Maria ji derveyî pêş sehayê bi şid lê da, xweş lê da, bêtirs, bêrehm lê da û got nîveka yekemîn bi 1-1'ê bi dawî dibe. Wisa jî bû.
Di nîveka duyemîn de heman fûtbol, heman daxwaza serketinê, heman daxwaza têkbirina reqîbê xwe, heman coş bi her du tîman re hebû. Serê dest pêka nîveka duyemîn de Arjantînê vê carê got ez bikevim pêş û di deqîya 49'an de Mercado gol avêt: 2-1. Lê Fransayê tu demê negot "Bes". Û helbet dema lîstikvanekî we yê wekî Mbappe hebe rewş her diguhere: Di deqîqeya 64'an de golek, di deqîqeya 68'an de jî golek din Mbappe avêt encam anî 4-2. Arjantîn ket şokê. Piştî kêliyek Arjantînê ev şok ji ser xwe avêt, dîsa ber xwe da, vir de, wir de çû lê di 90 deqîqeyî de tu tiştek neguherî. Berî mat bi dawî bibe bi deqîqeyek, di 90+3 de Arjantînê bi Kun Aguero golek avêt, hêviya xwe bir heta deqîqeya dawî lê Fransayê ji Arjantîn zêdetir ev kûpa dixwest û maç bi 7 golan xilas.
Piştî Messi, Ronaldo jî çû
Yek bi yek serketî û favorî têk diçin. Piştî Almanya û Arjantînê cê carê serketiyê Euro 2016'an Portekîz xatir ji tûrnûvayê xwest. Portekîz û Ûrûgûay di vê maça duyem a Dora 16'an de hatin hemberî hev. Portekîzê dixwez piştî Euro dest biavêje Kûpaya FÎFA'yê jî. Lîstikvanê wê Ronaldo dixwest di Kûpaya Cîhanê de jî xwe nîşan bide, lê nebû. Nebû, ji ber ku reqîb ne wisa reqîbek ji rêzê bû. Ûrûgûaya ku herî dawî di sala 1950'î de (di sala 1930'î de jî) kûpa girtibû bi wê hesretê dijiya; bi wê hesretê dest bi maçê kir. Ûrûgûaya ku li aliyek Suarez, li aliyê din Cavaniyê wê hebû, li navikê Laksalt hebû ku çi dibeziya, li paş Gidon hebû dîwar bû û li kelehê Muslerayê ku ji dîwarê qewîmtir; di encama van hemûyan de ev Ûrûgûay di 3 maçên koman de qet gol nexwaribû û hatibû heta vir. Dîwarê defansê bi kilsê hatibû çêkirin û bilind bû. Portekîzê dê çawa ev dîwar hilweşanda?
Li aliyê din Ûrûgay ne tenê xwedî defansê bû, xwedî êrîş û atakên baş bû jî; li hevkirineke baş di navbera Suarez û Cavanî de hebû. Û gol hat: Di deqîqeya 7'an de Suarez gogek xweş ji bo Cavanî şand, Cavanî bi serê xwe bi wê xweşiyê lê da û encam bû 1-0.
Di nîveka yekemîn de êdî dengê golê nehat. Lê di nîveka duyemîn de gol bihata dê maç xweştir biba: wisa jî bû: Di deqîqeya 55'an de li ser navê Portekîzê Pepe bersiv da: 1-1. Lê Ûrûgûay dest ji maçê ber nedida, zêdetir dixwest bi ser bikeve û di deqîqeya 62'yan de Cavani careke din wisa lê da qeleparêz Patricio tiştek ku bike tune bû: 2-1.
Û Ûrûgûay bi vê encamê Portekîz şand mala xwe, ew jî derbasî çarîk fînalê bû û bû reqîbê Fransayê.
Fransa yan Ûrûgûay? Ji niha de nîqaşa vê yekê dê dest pê bike lê ji van her du tîman kîjan bi ser bikeve wisa diyar e heta fînalê dê here ji ber ku her du tîm jî di nav hemû tîman de bi lîstika xwe derdikevin pêş.
Gotinek jî ji bo Ronaldo. Ronaldoyê ku her bi Messi re tê muqayesekirin îro piştî têkçûna Messi (Arjantîn) ew jî têk çû û her du vegeriyan malên xwe.
***
Nivîsên din ên Cemil Oguz li ser Kûpaya Cîhanê ya 2018'an:
- Çernîşevkî Rusya rakir piyan!
- Lehengên her du favoriyan li sehayê bûn û bi temamî 6 gol hebûn
***
Ji bo agahiyên berfirehtir fermo rûpela me ya taybet: