Diyarname
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) agahiyên ji Îstatîstîkên Sînema û Şanoyê yên sala 2017'an eşkere kirin. Li gor van agahiyan di 10 salên dawî de temaşevanên sînemayê û hejmara salonan zêde bûne.
Di sala 2008'an de li Tirkiyeyê hejmara temaşevanên Çûne sînemayê 31 mîlyon û 132 hezar û 231 kes bûn, di sala 2017'an de ev ji sedî 120 zêde bûye û bûye 68 mîlyon û 482 hezar û 526 kes.
Hejmara salonan bi sedî 77,8 zêde bûye û bi temamî hejmara salonan bûye 2 hezar û 692. Hajmara kursiyên li salonan jî ji 212 hezar û 155 hebî derketiye 328 hezar û 845 hebî.
Hezkirên sînemayê jî zêde bûne. Di vê demê de sedî 134 zêde bûne ku gihîştine 37 mîlyon û 904 hezar û 91 kesî.
Di nav bajaran de Stenbol yekemîn e ku li vî bajarî 882 salonên sînemayê hene. Li bajarên kurdan Dêrsim, Şirnex û Erdexanê û li Baybûrtê salonên sînemayê nîn in.
Her wiha li gor TUÎK'ê temaşevanên şanoyê jî zêde bûne.