Diyarname
Kompaniyeke amerîkî ya bi navê Aladdin Middle East LTD ji bo li Sêrtê li petrolê bigere 4'ê gelawêja 2017'an de serî li hikumeta Tirkiyeyê dabû û niha destûr girtin.
Li gor nûçeya di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin ji bo 5 salan lîsans girt.
Aladdin Petroleum Corporation di sala 1926'an de li eyaleta Kansasa DYA'yê hatiye avakirin, pêşî li Kansas û hin derên din ên DYA'yê lêkolîn kirine. Piştî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn Li Kayapîna, li qeraxên Başûrê Avustralyayê, li Rojavaya Afrîkayê û li Rojhilata Navîn jî xebat kiriye.
Aladdin Middle East LTD wekî kompaniyeke taybet ku li petrol û gaza xwezayî bigere di sala 1961'ê de hatiye avakirin û li Tirkiyeyê ew li ser çavkaniyên petrol û gazê dixebite.