Diyarname
Di Koma C de îro du maç hebûn ji wan Fransa bi ser ket, Perû vegeriya mal û her du yên din hêviya xwe bi maça bê ve girê dan.
Danîmarka û Avustralya bi hêvî ne
Di Koma C de îro maça yeke di navbera Danîmarka û Avustralya de bû. Di maça ku 1-1 ma de hema hema bi kêrî herduyan jî nehat. Di deqîqeya 7'an de bi gola Eriksen Danîmarka 1-0 derket pêş. Avustralyayê di deqîqeya 38'an de ji penaltiyê bi gola Jedinak bersiv da û nîveka yekem jî maç jî bi vÎ awayî bi dawî bû. Bi vê encamê Danîmarka pûanên xwe derxistin 4 û yên Avustralyayê jî tenê yek pûan
Fransa ji komê derket
Maça din di navbera Perû û Fransayê de bû. Di nîveka yekemîn de Fransayê bi Mbappe golek avêt (dq 34) û piştî Wê raza. Bi taybetî di nîveka duyemîn de hema hema şûtên Fransayê ku rate rast herin kelehê tune bûn. Perûyê jî ji ber ku nekarî encamê biguherîne maç bi 1-0'ê bi dawî bû. Bi vê yekê Fransayê Pûanên xwe derxistin 6'an û mafê derketina ji nav komê bi dest xist. Perû bê pûan vegeriya mala xwe. Perû maça sêyem dê bilîze lê hema wisa. Fransa jî maça sêyem ji bo ku dê wekî yekemîn derê yan duyemîn dê bilîze.
Maçên bê yên vê komê roja 26'ê mehê têne lîstin.
Fransa û Danîmarka, Perû û Avustralya bi hev re dilîzin.
Ger Fransayê Danîmarkayê têk bibe, firsend dikeve destê Avustralyayê ku ji bo Avustralya wekî tîmê duyem ji komê derê divê Perûyê têk bibe.
Ger Fransa û Danîmarka wekhev bimînin her du tîm bi hev re dê ji komê derên Fransa wekî yekem û Danîmanka duyem; Lê ger Danîmarka Fransayê têk bibe vê carê Danîmarka yekem û dê Fransa wekî duyem ji komê derên.
Arjantîn û Hirvatistan hatin hemberî hev. Arjantîn favorî bû. Berî maçê temaşevanên wan jî li bendê bûn ku bi pir golan maçê bi dest bixin. Lê favorîbûn, daxwaza temaşevanan her demê nikare bibe rastî. Wekî niha. Vê carê Hirvatistanê got ez heme. Hirvatistan ku di maça yekemîn de Nîjerya bi 2-0 bi ser ketibû û 3 pûanên xwe girtibûn. Û îro vê Hirvatistanê 3 pûanên din kirin bêrîka xwe û berî maça sêyemîn mafê derketina ji komê bi dest xist.
Di nîveka yekemîn a maçê de hevkêşe neguherî, maç li holê bû. Di nîveka duyemîn de her du aliyan jî êrîş dikir, her du alî li golê digeriyan heta ku di deqîqeya 53'yan de keleparêzê Arjantînê xetayek mezin kir û Rebic ê hirvat gol avêt: 1-0. Piştî vê yekê baskên Arjantînê şikiyan. Hewlên din jî têre nekirin. Di deqîqeya 80'ê de Modric ji dûr ve li gogê da, wisa golek avêt êdî li ser rûyê dinê kesê ku hêvî bikira ku dê Arjantîn pûanê bigire nema. Û di deqîqeya 90+1 de Rakitic gotina dawî got: 3-0.
Bi vê encamê Hirvatistanê pûanên xwe derxistin 6'an û mafê derketina ji koman bi dest xist.
Tîmên ji koman derketine
Heta niha di Koma A de Rusya û Ûgûgûay mafê derketina ji nav koman û derbasbûna nav "Dora 16'an" bi dest xistibû. Piştî van di Koma C de Fransayê û niha di Koma D de Hirvatistanê ev serketin nîşan dan.