Luqman GULDIVÊ
Tesîra ziman ji bo gelekan ji me, wisa hema xweber li kêleka jiyana me bi me re dimeşe. Carinan dema em dibin beşek ji sohbetekê jî em bi temamî tênagihijin a ku wê sohbetê xweş dike gelo ziman û bikaranîna ziman e. Çêja gotina çîrokekê, ya rastî ya heman çîrokê çima bi xêra hinan bê terîf xweş e, lê ji ber hinên din qet tu maneya wê nîn e û tu tehm û çêj jî jê nayê wergirtin. Ji bo helbest, wêje, film, şano, heta zimanên hunerî yên vîzuel (dîtbarî) yên mucerred û nemucerred ên wekî muzîk, resm û peyker jî em dikarin behsa heman tiştî bikin. Yanî em dikarin behsa hunerekî serketî bikin, heger zimanê wê karibe serketî xwe, yan jî afirînerê xwe îfade bike; yan jî karibe bi awayekî gerdûnîtir bike ku yê lê temaşe dike, lê guhdarî dike, destê xwe didiyê, wê bîhn dike, xwe yan jî maneyên xwe pê îfade bike.
Gava ku ez binihêrim li resmekî Cengîz Kara ê bi împresyonîzmeke nûjen hatiye xêzkirin, ê ku gundekî ji gundên Ripinê li ser e, maneya şîna li ezmanan, tevlî rengjêçûyîneke payîzî bi ewrên spîboz ên çiyayên bilind û çemekî melûl, tevî darên pelên wan li lerzeke di navbera kesk û zerê de, ya ku ez dibînim û hîs dikim, hesretek e; ew hesreta ku li navçeyeke ne çiyayî û qet naşibe resma Cengiz xêz kirî. Lê xurtiya xetên wî û îfadeya wê hesretê, dike ku ez di hesreteke cihê de bibim şirîkê wî û di resm û xetên wî de hesreta xwe ya biyanî bibinim. Zimanê wî û yê min, ne xwedî heman rabihurî û tecrubeyê jî bin, îfadeyeke gerdûnî dikare min û wî camerî nêzî hev bike û bike ku em bi hev re bidin û bistînin. Ez û wî maneyên muhtemelen nêzî hev li heman tiştan bar dikin.
Niha dema ku me behsa ziman jî kir, divê em lê hayil bibin, ziman ne tenê amûreke komunîkasyonê ye, ew di heman demê de yekane rêya aqil e ji bo ku mirov di xwe bigihîje. Dixwegihîştin ango bîrewerbûna bi jihevderxistina ez, ên din û hawîrdorê jî manedarkirin e ku yek ji ajoyên sereke ya avakirin û afirandina însanî, ya rastî civaka însanan e. Ango di rastiyê de em bi xwe dihisin wekî endamê civakekê û aqlê me jî bi tenê bi kêr hatiye ji bo manedarkirinê, dema ku em beşek ji civakekê bin. Li vir bûna beşeke ji civakekê, îşaret bi danîna tevnekê dike; tevneke pêwendî û ragihandina bihevvegirêdana endamên wê civakê. Ha li vir, bi ya min girîng e ku em bibînin ku çawa di nava şaneyên mejî de pêwendiyeke bi sînyalên mîkro heye, di navbera endamên civakekê de jî tevna heyî dişibe heman tevnê di asteke “makro” de. Ango her ku pêwendiya di navbera endamên civakê de xurt be, durisritiya siheta wê civakê jî di her alî de xwedî potansiyel e ku baştir be, yan jî ji başbûn û çêbûnê re vekirî be.
Îcar, heger em bi vî rengî, ziman û huner jî wekî rêyên taybet ên xwe îfadekirina zimanî bibînin, em dikarin li zimanên xwe yên mîna kurmancî, kirmanckî, kurdî, mukriyanî, soranî, hewramî û wekî din bi awirekî din binihêrin. Em dikarin eşkere têbigihin, ku xweîfadekirina yekî ji van zimanan jî ne wekî yekî din e. Mirov dikare bi wergerê di navbera bikarhênerên wan de pêwendiyeke xurttir ava bike, lê mirov nikare xwe ji wê yekê vede ku her zimanek dinyayeke xweser a maneyan û koma wan e.
Heger wisa ye, naxwe asîmîlekirina mirovan tê wê maneyê qirrkirina dinyayeke xweser a maneyan û koma wan. Lê ma em ji hev fêm nekin? Bersiva vê yekê jî min di destpêka nivîsa xwe de qismî da; zimanên me yên gerdûnî hene ku xwe disipêrin xweîfadekirinên gerdûnî yên bi pirranî hunerî. Heger rojek bê û bibe bivênevê ku zimanekî hevpar ên mirovan hebe, maqûltir e ku ew xwe bisipêre zimanên bêhtir gerdûnî ku dikarin ji hunerên cihê bên adaptekirin, yan jî xwe bisipêre zimanekî sembolan (mesela nivîseke taybet) ku her kesek bi zimanê xwe, heman tiştî karibe bixwîne, zimanekî sembolên gerdûnî, li şûna zimanekî qirrkerê dinyayên maneyan.
18/06/2018, Yenî Ozgur Polîtîka