Cemil Oguz
Di Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de îro 3 maç hebûn lê yek ji wan hebû ku her du tîm jî di kûpayê de tîmên ji nav favoriyan bûn. Em qala Spanya û Portekîzê dikin. Her du tîmên ji nav Koma B maçek xweş, maçek pir bi golan, bi tam temamî 6 gol pêşkêşi fûtbolhezan kirin û pûan bi hev re parve kirin.
Îro ji Koma A maçek tenê hebû ji ber ku maça din duh di navbera Rusya û Erebistana Siûdî de bû. Di maça duyem a Koma A de Misir û Ûrûgûay hatin hemberî hev û Ûrûgûay bi golek maç bi dest xist.
Di maça din a rojê de maça Koma B hebû ku Fas û Îran hatin hemberî hev. Îranê di deqîqeya dawî de maç bi des xist: 1-0.
Du maç, tenê du gol; û temaşevanan li benda maça sisêyan, li benda heyecan, golan bûn. Û her kes ku li benda maça mezin ya Portekîz û Spanyayê bû gihîşt miravê xwe. Li gor saeta Tirkiyeyê tam saet 21'ê de dest pê kir. Portekîzê ku Kûpaya UEFA ya 2016'an biribû mala xwe, li hemberî tîma mezin Spanyayê bû ku Kûpaya Cîhanê ya sala 2010'an û Kûpaya UEFA'yê ya 2012'yan biribû mala xwe bû. Di heman demê de her du tîm favorî bûn ku ji her du tîman jî hêvî ew e herî hindik heta çarîk fînalê, belkî nîv fînalê herin. Her du tîmên di heman demê de favoriyên komê bûn dê kîjanê bi sê pûanan dest bi tûrnûvayê bikira?
Li aliyekî Ronaldoyê li Real Madridê hem li La Lîga, hem li Lîga Şampiyonan stêrkek biriqandî ye hebû li ser navê Portekîzê, li aliyê din Diego Costa li ser navê Spanyayê... Maçê di rewşek wisa de dest pê kir. Di deqîqeya 4'an de dengê golê hat: Cristiano Ronaldoyê lehengê çîroka me deng derxist û tîma xwe bi 1-0'ê derxist pêş. Diego Costayê ku êdî hûn jî dizanin lehengê me yê din ê çîrokê ye di deqîqeya 24'an de li ser navê Spanyayê got "ez jî heme": 1-1.
Ji vê deqîqeyê wêdetir her du aliyan dest bi kişikê kirin, carinan hesp ajotin, carinan ketin parastina kelehê, carinan fîlan xwe tev dida lê encax di deqîqeya 44'an de dengek din ji êrîşê hat: Careke din Ronaldo derket ser dikê, lê vê carê bi penaltiyê, û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû: 2-1.
Di nîveka duyemîn de tîma Spanyayê ku bi temen ji ya Portekîzê ciwantir e dest bi pasan kir, bi pasan malik li "extiyar"ên Portekîzê wêran kir û piştî deh deqeyan di nîveka duyemîn de carek din dilê temaşevanên xwe şa kir: Ku dîsa Diego Costa li ser dikê bû di deqîqeya 55'an de: Maç 2-2.
Portekîz hê ji bin vê şoqê hişyar nebûbû vê carê Nacho yê ku di 90 deqîqeyên maçê de her baş dilîst wisa lêda qeleparêzê Portekîzê Patricio nedît gog bi ku ve çû û encam bû 3-2.
Spanyayê carek din dest bi pasdayîn û girtinê kir. Gotina "tu bi gogê dilîzî" tam li vê derê bihata gotin tam gotineke rast bû; Spanyayê wisa bi golê dilîst rêjeya bi gollîstinê heta sedî 65-35 bi serketina Spanyayê jî çû, lê dema lehengê te Ronaldo be ev yek jî têrê nake: Berî xêza pêş kelehê Pique Ronaldoyê berxwedêr li erdê xist û hakêm li fîrfîrokê da. Ronaldo berî li gogê bibe wisa xwe amadekir, wisa konsantre bû golneavêta dê heyf ba, dê keda wî hemû bi avê de biçûya. Û ev lehengê çîroka me Ronaldo ji firîkîkê wisa li gogê da û bi ser bendavê re şand, bi vê lêdanê li Tirkiyeyê ba ne benda sedî 10 dima, ne ya sedî pêncî, hemû bend û mend xira kirin û pêre jî ne siyasetmedaran, ne jî keleparêzê Spanyayê D. de Gea dît gog bi ku ve çû û carek din wekhevî çêbû: 3-3.
Bi vê encamê her du tîman pûan parve kirin û her yek bi pûanek vegeriya otela xwe.
Di dawiya îro de li Koma B Îran bi 3 pûanan, Portekîz û Spanya her yek bi 1 pûanî û Fas bê pûan e.
Di Koma A de jî mazûvanê kûpayê Rusya û Ûrûgûay bi 3 pûanan, Erebistana Siûdî û Misir bê pûan in.