Diyarname
Çapemenî çi bi çi awayî bide xwendevanên xwe bi vî awayî tê nirxandin ew çapemeniya azad e yan girêdayî cihek e. Li Tirkiyeyê ev yek hê zêdetir zelal e. Niha rapora li ser nivîsên çapemeniya nivîskî ya li Tirkiyeyê, li ser navbera 1'ê gulanê heta 12'yê pûşpera 2018'an hat amadekirin. Di vê demê de çapemenî li ser berendamê AKP'ê yê Serokomariyê Recep Tayyip Erdogan bi temamî 46 hezar û 462 nûçe çêkirine. Heman çapemenî li ser hemû berendamên din (ku 5 in) bi temamî 35 hezar û 497 nûçe çêkirine.
Li Tirkiyeyê yek ji saziyên ku li ser çapemenî lêkolînê dike jî "Ajans Press" e. Li gor vê ajansê çapemenî di vê demê de 46 hezar û 462 nûçe li ser Erdogan, 17 hezar û 204 nûçe li ser Muharrem Înce (Berendamê CHP'ê), 10 hezar û 266 nûçe li ser Meral Akşener (Berendama Îyî Partî), 4504 nûçe li ser Temel Karamollaoglu (Berendamê Partiya Saadetê) û 3523 nûçe jî li se Selahattin Demîrtaş (Berendamê HDP'ê) nûçe çêkirine.
Di warê îtîfaqan de jî li ser "Cumhur îtîfaki" 11894, li ser "Millet îtîfaki" 4287 nûçe çêkirine. HDP ku ne di nav van îtîfaqan de ye hema hema di vê çapemeniyê de cih negirtiye.
Ev hejmar alîgirtina çapemeniya Tirkiyeyê bi awayekî zelal carek din xwe nîşan da.
TV jî heman awayî ne!
Ev yek xwe di weşanên televîzyonan de jî nîşan daye. Li gor nûçeya Huseyîn Şîmşek a di Bîrgunê de di navbera 30'ê avrêlê û 3'yê pûşperê de televîzyonan bi têra xwe cih daye Erdoganî lê qet cih nedaye Demîrtaşî.
Bi kurtahî nûçeyê ev agahî dane:
- CNNTurk 58 saet, 54 deqe û 53 saniye cih daye Erdoganî, 28 deqe cih daye Înce, lê qet cih nedaye Demîrtaşî.
- Haberturkê 66 saet û 29 deqe û 11 saniye cih dane AKP'ê 27 saet cih dane CHP'ê, lê qet cih nedaye HDP'ê. Vatan, Saaet, Huda-Par jî bi ser saetek de di Haberturkê de cih girtine lê HDP: 0.
- NTV 61 saet û 56 deqe û 6 saniye cih daye AKP'ê, 23 saet cih daye CHP'ê, lê HDP "0".
Berendamên RTUK'ê yên ji CHP'ê Îlhan Taşti û Îsmet Demîrdogen ev agahî dane hev ku nûçe li ser van agahiyan hatiye sazkirin.