Diyarname
Gorbihuşt Mihemed Şêxo roja 9'ê adara 1989'an ji nav me bar kir. Di dîroka muzîka kurdî de cihê Mihemed Şêxo ji bo me gelek muhîm e. Em çi qas wî bibîr bînin jî gelek hindik e. Di vê salvegera wî de me xwest hindik be jî bi çend gotinan wî bibîr bînin.
Li ser vê me ji hin hunermend û nivîskarên kurd li ser Mihemed Şêxo û muzîka wî xwestin ji bo xwendevan ûû hezkiriyên wî çend gotinan bînin ziman.
Nivîskar û hunermendên kurd Xelîl Xemgîn, Hekîf Sefkan, Konê Reş, Mehmet Atli me neşikandin û li ser Mihemed Şêxo dîtinên xwe anîn ziman. Vane ew nivîs:
- Xelîl Xemgîn: M. Şêxo di afirandina hunerê sînor naskiriye
- Konê Reş: Dengê Mihemed Şêxo bû dermanê birînan
- Klîbek wî: Ay Lê Gulê
NOT: Gotinên Hekîf Sefkan yên li ser Mihemed Şêxo emê sibê biweşînin.
Di vê çarçoveyê de yên ku bixwazin li ser Mihemed Şêxo gotarek lê bikin û bişînin emê li benda gotara wan bin. Di salvegera gorbihuşt Mihemed Şêxo de ji bo bîranîna wî hêjaye ku mirov çend gotinan li ser bibêje.


