Serokê BDP'ê Selahattin Demirtaş ji bo di her warî de kurdî bikeve jiyanê, pêşî li asîmîlasyonê bê girtin bang kir, pêşniyarên xwe pêşkêşî raya giştî kir.
Vaye notên ji axaftina Demirtaş:
- AKP digel ku 8 sal in li desthilatdariyê ye dev ji çêkirina Zagona Binehîn berde, ji her kesî zêdetir li gor zagona bingehîn a derbeyê tevdigere.
- Rewşa hikumetê ya eleqedarê pirsgirêka kurd jî ne cihê ye.
- Pêşî gotin hûn li ser pirsgirêka kurd nefikirin pirsgirêk nîn e. Dûre got pirsgirêka kurd pirsgirêka min e, di dawiyê de jî got pirsgirêka kurd nîn e, pirsgireka terorê heye.
- Pêşî got êşeke ku bi dehan salan e didome heye û êdî bila hêstirên dayikan rawestin, dûre leşker û artêşa ku operasyonan li dar dixe pîroz kir û got dê operasyon bidomin.
- Pêşî got dema hemwelatî dîtinên xwe bînin ziman divê ji tiştekî netirsin, dûre dayik û zarokan bi meşê dîtinên xwe anîn ziman, xwest ku ew bêne cezakirin.
- Dema li Almanyayê bû got îsîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye, dema vegeriya Tirkiyeyê got; perwerdehiya bi zimanê zikmakî cudaxwazî ye.
- Got, TRT Şeş bi xêr be, lê Ahmet Turkê ku bi zimanê dayika xwe li meclisê axivî ji meclisê avêt.
- Pêşî got li ser 780 hezar kîlometrekareyî hemû cudahî yên me ne, dûre got, kî naxwaze bila rabe here.
- Ji bo zarokên li Filistînê yên kevir davêjin digel silavên xwe bi Kizilayê alîkarî şand, zarokên kurd digel xwînê ew şand girtîgehê.
- Şaredariyên AKP’ê ku heta qirikê ketine nav rişwetê pesna wan da, şaredariyên DTP’ê ku bi rûmeta xwe ber xwe didin kelebçe li destê wan da.
- Pêşî got pêşîlêvekirina pirsgirêka kurd, dûre demokratîkbûn, paşê got got Yekîtiya Neteweyî û herî dawî jî got projeya tasfiyeyê.
- Ev hemû heman partî, heman serokwezîrî anî ziman. Rastî ev e. Niha êdî em binêrin ka AKP çi dike na, divê êdî em helwesta xwe saz bikin. Li ser vê yekê polîtîkaya me ya bingehîn a pêşiya me ew e ku em gelê xwe ji AKP’ê rizgar bikin. Em di hizûra gelê xwe de soz didin, emê kelebçeyên di destê xwe de derxin û bavêjin stûyê AKP’ê.
- Banga min li hemû gelê me ev e: Ji bo dawîlêanîna vê xapandin, siyaseta îmhayê, li hemberî bêrûmetiya ku nîşanî we didin dest ji teşkîlatên AKP û CHP’ê berdin. Di vê serdema krîtîk a dîrokê de li cem gelê xwe cih bigirin.
- Li Tirkiyeyê digel ku em partiya herî zêde li nava xwe xwedî demokrasiyê ne jî ev yek ne bes e. Ji bo bi cihbûna demokrasiyê emê zêdetir dilpola tevbigerin, ji teşkîlatên me yên taxan bigire heta navenda me ya giştî emê demokrasiyê bikin çanda navxweyî.
- Divê em ji hikumet û dewletê ne li benda her tiştî bin. Ji pirsgirêka ziman heta perwerdehî, ji çandinî heta sewalvanî, ji tenduristî heta pirsgirêkê hawir û tûrîzmê, di her qadê de divê em çareseriyên xwe yên alternatîf bixin jiyanê.
- Ev eşkere ye: Ger bi zimanê zikmakî perwerdehî nîn be, hebûna ziman jî, hebûna gel jî nîn e. Dixwazin ziman bi dê û bav, bi qursan sînorbikin, piştî vê kêliyê asîmîlasyon ji berê zêdetir bê rehm dê bidome. Êdî şert û mert ne wekî berê ne. AKP hay ji vê heye. Loma, her tiştê ku kurd pê zimanê xwe diparêzin ji destê wan digire û lez dide asîmîlasyonê
- Niha li gor hesabên ku têne kirin 10-15 sal paşê li Tirkiyeyê zimanê kurdî wê bibe zimanekî nostaljîk ku hindik kes pê diaxivin. Hesabê wan ev e. Ji bo têkbirina vê hesabê yekane tişt heye, xwedî lê derketina zimanê xwe, berdêl çi dibe bila bibe parastina vî ziman û çandê.
- Em dixwazin li Tirkiyeyê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî, bi awayekî zanistî û bê pere perwerdehiyê bibînin. Ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû zimanên zikmakî em azadiyê dixwazin. Dewlet mecbûr e li gor van zagonan saz bike. Berî her tiştî divê pirtûkên tije derew û şaşî de divê li gor rastiya nû bike û di dibistanan de bide xwendir.
- Dewlet ger dixwaze pêşî li zarokên ku li kuçeyan keviran diweşînin bigire, ji dêvla ku wan bavêje girtîgehe, yan jî şekir û balonan bide wan, divê dibistanên baş ku bi zimanê zikmakî yê wan zarokan bê pere dersê dide veke. Ji bilî vê çare nîn e. Yan divê hûn hemû kivirên li Tirkiyeyê berhev bikin yan jî divê hûn pêşî li perwerdehiya bi zimanê zikmakî vekin.
- Ez dixwazim bi awayekî eşkere vê bibêjim. Em piştî vê saetê li benda perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya dewletê yan jî ya AKP’ê nasekinin. Em vê sekanê rast nabînin. Hatiye fêmkirin ku armanca wan ew e ku asîmîlasyonê dirêj bikin û kok bidin. Em vedixwînin gel ku li ser vê yekê bikevin nav tevgerê. Em bang li gel dikin ku mafên xwe yên xwezayî li gor Peymana Lozanê, li gor cotpeymana Neteweyên Yekbûyî, li gor Peymana Mafên Zarokan û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi awayekî fîîlî bixe jiyanê.
Serî de kedkarên perwerdekar, hemû mamoste li dibistanan perwerdehiya bi zimanê zikmakî bidin. Peymanên navneteweyî û xala 90’emîn a Zagona Bingehîn vê mafê dide we. Tekane rêya pêşîlêgirtina asîmîsalyonê ev e. Ev peywir dîrokî, ehlaqî, wijdanî, meşrû û peywireke zagonî ye. Di serî de ji bo zarokên kurd, li her cihê ku hûn dersê didin bi zimanê zikmakî dersê bidin.
- Em bang li her kesî dikin asîmîlasyonê red bikin. Bi daxwaznameyan herî serî li Midûriyetên Perwerdehî yên Neteweyî bidin, mafê xwe bixwazin. Yan wê mafê perwerdehî yê zarokên web idin, yan jî wê pergala perwerdehiyê bixitime.
- Dîsa em bang li dê û bavan dikin zimanê zikmakî hînê zarokên xwe bikin, li mala xwe miheqeq bi zimanê zikmakî biaxivin, dema we nav li zarokên xwe kir bi zimanê xwe nav lê bikin. Ji radyo û televîzyonê bigirin heta rojnameyê li mala xwe zimanê xwe û çanda xwe biparêzin, pêş bixin.
- Xwendekarên zanîngehan hem ji bo parastina zimanê xwe hem ji bo bi zimanê wan ê zikmakî perwerdehî bê kirin divê kampanyayên xurt pêk bînin.
- Rêveberiyên me yên herêmî dema xizmetê pêşkêşî gel dikin divê zêdetir zimanê zikmakî derxin pêş.
- Hunermend divê zêdetir bi zimanê zikmakî berheman derxin. Bi vê armancê ez bang li hunermendên wekî Yilmaz Erdogan û Mahsun Kirmizigul. Bi qedrê cihê hûn lê hatine dinê û lê mezin bûne bi zimanê dayikê sînemayê çêbikin, fîlman bikişînin. Hûn nikarin li têkçûna zimanê dayikê temaşe bikin. Çareyeke din a rawestandina vê asîmîlasyonê nîn e.
- Esnaf û ticar, di dan û standinê de divê zimanê xwe yê zikmakî bikar bînin. Bi mişteriyên xwe re bi zimanê xwe biaxivin.
- Em bang li dixtor û kedkarên tenduristiyê dikin, ji cihên ku hûn lê hatine dinê nerevin. Deynê xwe yê ji bo gelê xwe bi xebata bi zimanê zikmakî bidin. Ev di heman demê de mafê nexweşan e jî.
- Akademîsyenên ku li zanîngehan dixwînin divê hem li zanîngehên li herêma xwe peywirê bigirin hem jî li zanîngehên ku lê peywirdar in ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bikevin nav hewldanan.
- Em bang li karsazan dikin. Berê xwe bidin cihê ku hûn lê hatine dinê, razemeniyê li wê derê bikin.
- Bi vê armancê banga me li gelê me ye ku kî qîmetê nîşanî ziman, çand, kar û keda we nade hûn jî qîmetê nedin wan.
- Em bang li hikumetê dikin k udi warê çarezeriya pirsgirêka kurd de BDP muxatab e.
Ji bo çareseriya pirsgirêkê ji axaftinê netirsin. Û pêşî bi serbest berdana zarokan û hemû DTP’yiyan dest pê bikin.
Nûçeyên eleqedar:


