WERGER KAREKE PÎROZ E, HUNEREKE ASTBILIND E Û PROFESYONELÎ DIXWAZE
Azad ZAL
Mirov dema ku dest bi axaftinê kiriye û cûdahiya navbera mirovan wekî êl û eşîr û hoz û gel û netewe ji hev veqetiya ye ji bo têkiliyan werger her pêk hatiye û di navbera kom û civakên zimancuda de pêwistiyeke girîng bûye.
Mirov dikare bibêje werger kareke muqeddes û îlahî ye jî. Jî lew re pêxember bi xwe jî wergêr bûne. Pêxemberan ji Xwedê tiştên ku wergirtine wergerandine zimanê civakê û li gorî wê civak tevgeriyane. Mesela kes dizane ku zimanê Xwedê kîjan ziman e. Na!
Gelo Zerdeşt dema ku çil şev û çil roj di şkefta çiyayên Sabalanê de maye û bi Xwedê re axifiye bi kîjan zimanî axifiye?
Li çiyayê Sînayê Musa bi kîjan zimanî bi Xwedê re axifiye, ya jî Xwedê bi kîjan zimanî bang li Musa kiriye û deh fermanan dayê?
Îsa dema ku bi çarmîxê ve hatiye daliqandin bi kîjan zimanî li Xwedê gazinan kiriye?
Gelo Cebraîl bi kîjan zimanî wahiy ji Xwedê ji bo Muhammed dianî?
Em wana yekê jî nizanin.
Lê em dizanin ku Zerdeşt bi zimanê Avestayî/Kurdî gathayan (gotinan) vedibêje û bi wî awayî jî tê nivisandin.
Em dizanin ku Musa ji qewmê xwe re bi zimanê Îbranî deh fermanan vedibêje û li ser lewhan dinivisîne.
Em vê dizanin ku wahiyên ku ji Cebraîl ji cem Xwedê ji bo Muhemmed aniye ji devê Muhemmed bi Erebî derketine û bi Erebî paşê hatine nivisandin. Niha ayetên Qur’anê bi Erebî ne.
Ku Xwedê yek be wê demê zimanê wî jî yek e. Lê em nizanin zimanê wî çi ye. Bi kîjan zimanî be jî ne yê ku niha ji aliyê civakan ve tê axaftin e. Wê demê pêxember tev di heman demê de wergêr in jî.
Wê demê werger karekî pîroz e.
* * *
Pêwendiyên navbera civakan di ser wergêran re pêk hatiye. Ev di dema aştiyê de, di dema şer de û di dema lihevhatinan de jî her tim wergêr hatine bikaranîn û wergêr di pozîsyoneke gelek grîng û krîtîk de bûne. Hin dem serê wergêran hatiye jêkirin, hin dem wergêr hatine xelatkirin, hin caran wergêr reviyan e û hin caran ji ber ku sir û razan veşêrin hatine zindankirin, hin caran hatine bidarvekirin.
Di vê rewşê de karê wergerê û jiyana wergêr di navbera başî û nebaşiyê de; di navbera xemgînî û şadimaniyê de; di navbera mirin û jiyanê de her çûye û hatiye û çeliqiye. Barê tirsê li ser stûyê wergêr her daliqandî bûye û werger ji bo wergêr her tim wekî pireke ji şûr tujtir û ji mû ziravtir bûye û neçar maye her tim di ser wê pirê re derbas bûye.
Werger karekî xeternak e û her bi rîsk e.
* * *
Werger her tim wekî karekî astbilind û kalîfiye hatiye dîtin û her tim ji aliyê civakan, ji aliyê dewlet û desthilatdariyan ve karekî girîng hatiye dîtin. Li gorî wê kesên werger bi hasasiyet û kûr û hûr hatine hilbijartin û barê wergerê li wergêrên bijarte hatiye barkirin. Bi her qralek, padîşahek, keyek, çarek ya jî serokekî re her tim wergêrek hebûye û hemû pêwendî û danûstandinên bi dijber, dost û biyanan re bi riya wergêran hatine kirin.
Karê wergerê karek astbilind, karek qedirşînas û gelek baş bûye lê her tim veşarî maye. Di têkiliyên bi vî rengî de wergêr her tim veşarî maye, navê wergêr di dîrokê de derbas nabe. Ji ber wê werger her tim li wergêr bêbextiyê kiriye.
Werger karekî bextewar e lê pirê caran li wergêr bêbextiyê kiriye/dike.
* * *
Di demên modern de êdî werger jî wekî dîsîplîneke zanistiyê, wekî şaxeke hunerê, wekî pîşeyeke civakî tê dîtin û li gorî wê qadro û ustadê wergerê jî têne dîtin û di dibistan û zanîngehan de beşa wergerê wekî beşeke sereke yê perwerdeyê tê dîtin. Ji ber wê jî werger karekî ji rêzê nîn e, kesên ku wergerê bikin ango bibin wergêr divê ku li gorî prosedora beşên zanistî yên wekî nûjdarî(doktorî), huqûqî û yên din ew jî xwedî prosedorekî ye û îcazet dixwaze.
Mesela wergêr heye, wergêrê/a sondxwarî heye.
Wergêrê/a sondxwarî xwedî îcazeya huqûqî, civakî û dewletî ye û di dinyayê de ji bo ku peywira xwe pêk bîne hemû derî li pêşiyê vekirî ne. Wekî nimûne wergêrê/a sondxwarî bê vîze dikarin herin her derên dinyayê.
* * *
Piştî van tespîtan ku em werin ser karê wergerê û rewşa wergêr; berê her tiştî wekî ku me li jor got werger jî xwedî dîsîplînekê ye. Di nava xwe de ji çend beşan pêk tê.
• Wergera nivîskî: Wergera nivîskî di her qadên jiyanê de hemû tekst, pirtûk û tiştên ku li ser nivîsê ne ji zimanek bên wergerandin ji bo zimanekî din ev wergera nivîskî ye. Ev jî di nava xwe de ji çend beşan pêk tê.
- Wergera akademîk
- Wergera wêjeyî
- Wergera zanistî
- Wergera bazirganî û hwd.
• Wergera peyvî: Bê nivîs, wergera ku bi axaftinê tê ya di heman demê de yan jî li dû axaftinê tê kirin ev wergera peyvî ye.
- Wergera hevdemî: Dema ku yek biaxive di heman demê de bê wergerandin ev kar dibe karê wergera hevdemî (simultane). Di civînên navneteweyî, kongre, konferans, panel, semîner, asamble û sempozyûm hwd. de karê herî girîng werger e û wergera hevdemî tê kirin.
- Wergera peyrewî: Dema ku yek biaxive û piştî hevokek yan jî çend hevokan raweste û wergêr wê axaftina wî/ê wergerîne ev dibe wergera peyrewî. Ev rêbaz jî di asambleyan de, di hevdîtina siyasetmedar û sererkanên dewletan de û hwd. tê bikaranîn.
• Wergera serbest (Wergeriya rêberiyê): Karmendek ya jî siyasetmedarek ya jî gerokek, lêkolîner yan jî hwd. dema ku diçe ziyareta derekî wergêrek bi xwe re bibe û her tiştê ku pêk werin jê re vebêje û axaftinê normal yên jiyanî werdigerîne… Ev hinek serbest e û wergêr bi tenê werger nake, rewşa der û dor tiştên din jî vedibêje. Bi wergerê re rehberiyê jî dike.
Di hîmê xwe de wergêr hemû beşên wergerê dizane û dikare di hemû beşan de karê wergerê bike. Wergêr serwerê hemû beşên wergerê ye. Lê wekî karê pisporî ji xwe re ji vana yekê hildibijêre û zêdetir bi wî karî re mijûl dibe. Mesela ku wergera hevdemî bike her tim wê dike; lê dikare wergera peyrewî jî bike, dikare wergera nivîskî jî bike.
* * *
Mirov dikare bibêje ku yek ji karên herî zor û dijwar karê wergerê ye. Mirov çi qas baş jî bike li gorî girseya ku pêwendîdar e; ne li gorî ‘aferîn’ê ye. Ji ber ku her tim karê wergerê kêm e û tatmînkar nîn e. Karê wergerê karekî malxirabiyê ye ji bo ziman.
Rast e, ev rastiyek e. Werger perçekirina zimanekî ye û bi awayê wêneyekî temamkirî derbasî zimanekî din kirin e.
Mirov dikare bibêje qetilkirina ziman e, mirov dikare bibêje birîndarkirina ziman e, mirov dikare bibêje seqetkirina ziman e, mirov dikare bibêje bêbextiya li ziman e û gelek tiştan mirov dikare bibêje.
Di gotineka pêşiyan ya romayiyan de ji bo wergêran wiha tê gotin: “traduttore traditore” (wergêr xayîn e). Ji bo çi? Ji bo ku wergêr bi wergerê re gelek raz û nîşaneyên çanda gel û civaka ku bi wî zimanî diaxive ji civaka hember re bi zimanê wê civakê dibêje…
Lê çi dibe bila bibe werger ji bo pêwendiya civakan, ji bo danûstandina çandî, ramanî, ramyarî û bazirganî (hemû qadên jiyanê) pêwistiyeke girîng e û bê wê nabe.
Karê wergerê gelek dijwar e û li gorî wê gelek problemên wergerê jî hene. Ev jî belayên li stûyên wergêr in.
(didome)