Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê (Siyad) Xelata Rûmetê dide Vedat Turkalî, Sezer Sezin û Suleyman Turan, xelata Kedê jî dide Atilla Dorsay.
Siyad ku hefteya borî berendamên 42'emîn Xelatên Siyadê eşkere kirin, niha jî kesên ku dê xelatên Rûmetê û xelata Kedê bide eşkere kir.
Sezer Sezin ji sala 1950'î ve di fîlmên wekî "Vurun Kahpeye" û "Meyhanecinin Kizi" ên Lutfu Akad, di fîlmên "Olmuş Bir Kadinin Evraki Metrukesi” û “Şofor Nebahat” ên Metin Erksan, di fîlmê “Daglari Bekleyen Kiz” ê Atif Yilmaz de lîstiye.
Suleyman Turan ku bi navê “Dikkat Kan Aranıyor”, “Kuçuk Hanimin Şoforu”, “Nereye Bakiyor Bu Adamlar”, “Yarın Son Gundur”, “Gulu”, “Kabadayi” û niha jî di “Yahşi Bati” de, bi giştî nêzî 200 fîlmî de rol girtiye.
Vedat Turkali digel berhemên qedirgiran ên di qada wêjeyê de senaryoya fîlmên wekî “Otobus Yolculari”, “Uç Tekerlekli Bisiklet”, “Karanlikta Uyananlar”, “Duvarların Otesi”, “Bedrana”, “Kara Çarşaflı Gelin”, “Fatmagul’un Suçu Ne” nivîsandiye û di vî warî de kedeke mezin xistiye nava sînemayê.
Ev her sê kes ji ber xebata wan dê Xelata Rûmetê ya Sîyadê bigirin.
Her wiha rexnegirê sînemayê Atilla Dorsay ku heta niha nêzî 40 pirtûkî weşandiye, gelek xelat girtiye jî bi vê keda xwe dê Xelata Kedê ya Siyadê bigire.
Turkali, Sezin, Turan û Dorsay 31'ê vê mehê dê merasima xelatdayina SİYAD'ê de xelatên xwe bigirin.
**
Nûçeya têkildar: