Diyarname
11'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê "Documentarist" îsal di navbera 9-14'ê mehê pûşperê de li dar dikeve. Bernameya festîvalê di nav çend rojan de dê bê eşkere kirin lê ji niha de mijarên bingehîn ku dê li ser wê belgefîlm bêne nîşandayîn eşkere bûn: Mijara bingehîr Filistîn ku van demên dawî her di rojevê de ye. Ligel vê her wiha '68 e ku ev 50'emîn salvegera çalakiyên çepgirên sala 1968'an e. Mêvanê rûmetê yê Documentaristê jî belgefîlmkar Mohammad Bakrî ye.
Documentarist ev 11 sal in belgefîlmên serbixwe yên ji Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê derdixe pêşberî belgefîlmkaran. Documentarist niha ji bo yeka din amade dike û bername li ber amadebûnê ye. Bername hê nehatiye eşkere kirin lê belgefîlmên mêvanê rûmetê Mohammad Bakri diyar in ku dê bêne nîşandayîn. Ji van "Jenin Jenin" (2002), "Since You Left / Ji dema tu çûyî" (2005) du belgefîlmên wî ne ku dê bêne nîşandayîn. Her wiha Bakri dê derseke sînemayê bi mijara "Sînemaya Berxwedanê û Filistîn" pêşkêş bike.
Di nav beşa belgefîlmên Filistînê de "Nêçîrvanê Şevreşkan" ku par li Berlinaleyê Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt jî heye. "Naila û Serîhildan" yê Julia Bacha, "Bîra bi berhênan" ê Michel Khleifi jî dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Di beşa belgefîlmên li ser sala 68'an de jî ji Almanya, Yugoslavya, Îtalya û Tirkiyeyê belgefîlmên wan salan tînin ziman hene.
Her wiha atolyeyên li ser belgefîlman, li ser vesazkirinê û hin çalakiyên din jî di çarçoveya Documentarist de li benda temaşevanan in.
Îsal dê belgefîlm li Aynalı Geçit (Galatasaray), Odeya Mîmaran Odası (Karakoy), Navenda Çanda Fransiz (Taksim) û Sînemaya Kadikoy (Kadikoy) bêne nîşandayîn. Çalakiyên din ên di çarçoveya Documentarist de jÎ dê li salona Navenda Çanda Yapi Kredi, BiTiyatro, Tutun Deposu û Dutch Chapel li dar bikevin.
Ji bo agahiyên zêdetir:
www.documentarist.org