Diyarname
Kovara "Kurt Tarîhî" ku sê mehan carek derdikeve di hejmara xwe ya nû de dosyaya li ser "Kurtlerde Aşiret" (Li nav kurdan eşîrî) amade kiriye.
Kovara Kurt Tarîhî ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve sê mehan carek dê derxistin bi hejmara xwe ya 32'yan a avrêl-gulan-pêşperê li pêşberî xwendevanan e. Kovara ku her hejamrê dosyayek digire dest di vê hejmarê de meseleya "Li nav kurdan eşîrî" girtiye dest. Dosyaya ku edîtoriya wê Ercan Çaglayan kiriye, Ahmet Kerim Gultekin mijara "Eşîrî çi tîne ziman?" ketiye dû wateya vê peyvê, şiklê rêveberiya wê. Yaşar Kaplan jî "Li cem kurdan têkiliya bi xwînî, eşîr, bajar û netewe". Edîtorê dosyayê di heman demê de bi nivîsa xwe "Di raporên Necmeddin Sahir Silan de Eşîrên Zaza yên Çewligê (1939-1950)" girtiye dest. Ji nivîskaran Erdal Çiftçi bi ser mînaka eşîra Heyderan re têkiliya sîmbîyotîk a di navbera eşîr-dewletê de, Şeyhmus Bingol jî li ser "Mutasarrifê Mûşê Ahmed Macîd û Pêşniyara Islahetê" nivîsiye. Nivîsa dawî ya di dosyayê de ya Ahmet Ozer e ku wî bi ser navê "Nêrîneke sosyolojîk li Eşîra Birûkan" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Li gor Ozer "Birûkî" ji du mil û 12 qebîleyan pêk tên û ew piranî li gundên navendî yên Wanê, li Mûradiye, Gurpinar, Ozalp û Erdîşa Wanê, li Îdir, Qers, Agirî û Mazgîra Mûşê, her wiha li derveyî tİrkiyeyê jî li Îran, Azerbaycan, Nehciwan, Rusya û Kazakistanê dijîn.
Ji bilî dosyayê du nivîsên din di kovarê de cih girtine. Yek ji wan ya Murat Issi ya bi navê "Di serdema dewleta Osmanî de Rojnamegeriya Diyarbekirê (1869-1925)" û ya din jî ya Nurullah Alkaç a bi navê "Pirtûkên serdema klasîk a 'Dîroka Kurdan'" e.
Ji bo xwestinê:
www.kurttarihidergisi.org
kurttarihi2017@gmail.com
Tel: 0541 391 814