Diyarname
Berendamê Serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demîrtaş hê jî girtiye û nikare ji bo hilbijartinê propagandayê bike. Demîrtaş serî li Wezareta Edelatê ya Tirkiyeyê û xwest bi telefona li nav girtîgehê beşdarî kanala Foks TV bibe.
Li Tirkiyeyê kanala Foks TV bi navê "Rêber di Foksê de ne" bernameyek saz kiriye û berî hilbijartinê berendamên serokomariyê dike mêvan. Lê Demîrtaş girtî ye. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen serî li Wezareta Edaletê da û xwest ku ji bo televîzyonên dixwazin ligel Demîrtaş bernameyê saz bikin ji bo wan destûr bê dayîn. Her wiha di nav daxwazan de hat xwestin ku Demîrtaş bi telefonê li girtîgehê beşdarî bernameya kanala Foksê yê bi navê "Rêber di Foksê de ne" bibe.
Nûnerê YKS'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) yê HDP'ê xwest ji bo roja çarşemê destûr bê dayîn ku 10 deqîqeyên mafê xwe yê telefonê ligel Foks TV girê bide.
Li Tirkiyeyê girtî xwedî maf in ku hefteyê deh deqe bi telefonê ligel malbata xwe biaxivin.