Diyarname
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de îro maça fînalê hat lîstin û şampiyonê şampiyonan diyar bû: Real Madrîd.
Li aliyek Real Madrîd li aliyê din Liverpool hebû. Li aliyek Zinedine Zidan ku hem di lîstikvaniya xwe de hem di teknîk dîrektoriya xwe de ev kûpa girtiye û her dixwaze bigire. Li aliyê din Liverpool û teknîk dîrektor Jurgen Klopp; Kloppê ku li Almanyayê li ser Dortmundên salên serketî borand û dixwest li Liverpoolê jî şopa xwe ji bo dîrokê bihêle. Her du teknîk dîrektor jî, her du tîm jî bi vê heyecan û daxwazê derdiketin maçê.
Di maça ku li Stada Olîmpiyatê ya Kîevê hat lîstin de heta deqîqeya 30'î wekhev dimeşiya, her du tîman jî êrîşên xurt dikirin lê di vê deqeyê de Salah û Ramos li hev ketin, Salah ji ber bi ser milê xwe de ket seqet bû û ji sehayê derket. Lalah ket cihê wî. Ev yek ji bo Liverpoolê windahiyek mezin bû. Hevkêşeya maçê bi vê guherî, giranî ket destê Madrîdê ji ber ku hêviya mezin a Liverpoolê ji Salah hebû.
Di nîveka yekemîn a maçê de kesî nekarî gol biavêje û bi 0-0 bi daqî bû.
Qeleparêz xeta dike
Di destpêka nîveka duyemîn, di deqîqeya 50'î de qeleparêzê Liverpool Karius xetayek mezin kir: Dema dixwest goga di dest de ji hevalê xwe re bişîne lîstikvanê R.Madrîdê Benzema ket navberê û raste rast bû gol: 1-0.
Lê Liverpoolê dest ji maçê berneda: Tenê 4 deqe derbas bûn, deng ji Liverpool hat. Di deqîqeya 54'an de Liverpool bi Mare bersiv da û encam bû 1-1.
Deqe 63 Bale wisa golek avêt, dîrok li Fînalên Lîga Şampiyonan malik wêran kir. Marcelo gog ber bi pêş sehayê ve bilind kir û di dema ku kes ne li bendê bû de Bale bi awayê nîvrovaşatayî lêda nîşan da ku çiqas lîstikvanekî cuda ye: 2-1.
Maç bi dawî dibe
Deqe 83, qeleparêz carek din xeta dike: Bale ji derveyî sehaya pêş qeleyê, ji cihek dûr bi şid lêda, gog ji nav destê qeleparêz Karius çû ket nava torê: 3-1. Bi vê duyemîn xetaya qeleparêz tîma Liverpoolê xatir xwest.
Real Madrîd bi 3 caran ket nav dîrokê
Di 5 salên dawî de 4 caran derket fînalê, ji van 3 caran bi ser ketibû û îşev carek din kûpa bir mala xwe. Ji sala 1992'yan ve bû yekem tîm ku tekane tîm e sê caran ser hev de vê kûpayê dibe mala xwe.
Di maça ku hakêm Milorad Mazic bi rê ve bir de Real Madrîd bû şampiyonê şampiyonan. Real Madrîdê îsal di La Lîga de serketin bi dest nexistibû, lîg di rêza 3'yem de temam kiribû. Lê bi bidest xistina vê kûpayê carek din nîşan da ku ew delaliyê berdilê temaşevanên xwe ye.
Her dû kûpa çûn Spanyayê
Li aliyê din di Fînala Lîga Ewropayê ya UEFA'yê de 16'ê mehê tîma Spanyayê Atletico Madrid bi ser ketibû û kûpa biribû Spanyayê. Di vê fînalê de jî Real Madrid bû şampiyon û bi vê yekê her du kûpayên mezin ên UEFA'yê îsal çûn Spanyayê.
Nûçeya ELeqedar: